Ana içeriğe atla

DI SALÊN 1930’DE KURDEKÎ HERÎ MEDYATÎK: HACO AXA

 


DI SALÊN 1930’DE KURDEKÎ HERΠ MEDYATÎK: 

HACO AXA / İbarhim Bulak

Werger: Nezirê Cibo

Haco Axa, yek ji wan Kurdperwerê ku di Salên 1930’ande di medya Tirkande herî bahsa wî hatîye kirin. Car cara navê wî bi şiklekî magazînî an krîmînal(polîsî) jî dihat rojevê, lê ew her di rojeva çapamenîyê de bû.   

HACO AXA KÎYE?

Haco Axa, yek jî wan sazkar û rêvebirê komita navendî ya sazîya Xoybunê ye. Serokê aşîra Heverka ye. Wek Hacoyê-3 yan jî tê binav kirin. Dinav Xoybunê de wek serokekî kevneşopî dihat temsîlkirin lê heman demê bi nivşê rewşenbîr, ronakbîr û yên ku bi çanda Ewrupa hatin perwerdekirin re jî di xebitî û arîkarê  çalekîyên wanî çandî bû. Hetta ew û kurê wî Cemîl Haco di kovara Hawarê de gotar jî dinivisîn. Cegerxwin, di bîranînê xwede, di derheqa kesayetî û helwesta wî ya dinav endamên Xweybunê de wiha digot: “Dinav Xoybunê de beşek hebu ku ji helwesta wî ne razî bun û wiha digotin; Em naxwazin yekî wek Haco ku nizanê navê xwe binivîse, bi destê Fransîya seokatîya me bike”1(Cigerxwîn, Hayat Hîkayem, Evrensel basin Yayin 2003, S. 274)

Haco Axa, di sala 1926 ande xwe diberdê binxetê û li herema Cezîrê bi cî dibe. Livir roj biroj nav û dengê wî zêde dibe. Îcar kesên ku li Serxetê sere wan diket tengasîyan û derbasî Binxetê dibun, pêşî xwe tavêtin ber derîyê mala wî.

Dema serhildan Agirîyê de jî navê wî di çapamenîya Tirkande her di rojevêde bû. Em karin bejin ku di wan salande tu kes qasî wî ji terefî Tirkan nehatibu şopandin û balkişandin. Ji xwe mijara vê gotarê ev pêvajoye; Di salên 1930’ande navê Haco di medya Tirkande çawa û biçi çiklî hatibû nivîsandin û temsîlkirin?

Haco, di sala 1940’de jiber kansera (pençeşêr) çerm, li Surî çû rehmeta xwedê.

 

ÇAPEMENÎYA TIRK HERÎ ZÊDE CÎ DIDA HACO

Haco, cara pêşî çaxê ji bo arîkarîya şervanên Agrîyê êrîş dîberde hidutê Tirkan bala çapamenîya Tirka dîkşîne. Xoybûn ji bona şikandina dorpêça Tîrkan ya liser şervanên Agirîyê, ji Cerablusê haya Eyn Dîwerê biryara êrîşekê dide.  Di 3-4 Tebaxêde bî tarîya şevêre, Hêzên Xoybûnê ji 5 nikta êrîş diberdin hududê Tirkan. Haco jî serkêşê yek jivan hêza ye. Her çiqas êrîş bi sernekevin jî, Tirk zêde zêde tirsiyan û çapemenîya wan liser van êrîşa bi giringî sekinî. Rojnameyên wan, roj bi roj buyêr dixistin manşetên xwe.  Di van manşetande yê herî xuya dikir jî Haco bû. Wêneyên wî her roj di manşetên van rojnameyande dihat servîs kirin û di derheqa wî de agahîyên  duvdirêj didan.

 

ENDAMÊ XOYBÛNÊ YÊ HERÎ MEDYATÎK; HACO

Her çiqas navê wî di çapemenîyêde wek Haco dihat nivîsandin jî, carna wek “Haço”, “Haso”, “Hasu” jî di hat bilêvkirin. Liber navê wî  sifatên wek ”sergerde” an “şakî” kêm nedibû. Piştre navê wî û yê Xoybûnê tim bi hevre hat qalkirin.

Hinek ji manşetên rojnameyên wan roja wiha bûn:

“Haço û havalbendê wî êrîşê hidudê me yê Sûrî kirin û xetên telgrafan qut kirin” (1930, 6 Tebaxê, Mîllîyet)

“Sergerde Haço erîşî hidudê me kir û kete nav axa me”(1930, 7 Tebax, Cumhurîyet)

“Haço di belavokê xwede dibêje, Tirka ser jêkin û tola bav û kalên xwe  hilînin”(1930, 7 Tebax, Milliyet)

“Şakî Haco hat dorpêçkirin” 1930, 8 Tebax, Cumhuriyet)

“Ji tenkîl kirina/ceza kirina Haco re hindik ma. Li herêmê din tam sikûnet hat saz kirin”(1930, 8 Tebax, Milliyet)

“Şakî Haso, gundê xwe îşgal kir” (1930, 8 Tebax, Vakit)

“Ji bo tenkîlkirina Haço û havalên wî, hêzên leşkeri hatin sevkkirin” (1930, 9 Tebax, Milliyet)

“Şakî Haço û havalên xwe revîyan û derbasî Surî bûn” (1930, 10 Tebax, Milliyet)  

 

BELAVOKA HACO

Wan çaxa medya Tirk pir cî didda  belavoka Haco ya ku li gundên heremê belav kiribû.  Rojnameya Mîllîyetê (1930. 9 Tebax) beşek ji belavokê xistibû manşeta xwe ku wiha di got: “Ew eşîrên Kurda ku li ser armanca Kurdistaneke azat dest dane hev, ya wê bi vê serhildanê bigihin armanca xwe an jî wê ebedîyen kole bimînin. Ji bo vê yeke gerek Kurd dibin ala Kurdistanê ya ku ji alî Kor Hûseyîn paşa û lawên wî ve hatîye hildan bibin yek û heta ji wan tê fedekarî bikin.”

Ji xeynê rojnameya Milliyetê, gelek rojnamayên din jî di derheqa Haco û lepta wîde li ser hev  nûçe û nivîs di weşandin.

 


 

ROJÊN HACO YÊN LI DIYARBEKIR

Wan roja, nivîsa herî duvdirêj ya di derheqa Hacode hatî nivîsandin bi îmza “Na.H” û bi sernîvêsa “Cenup ’ta Son Tecavüzü yapan Haco Kimdir?” bu. Ev nivîs di 14 Tebaxa 1930ande hatibu nivîsandin. Na. H, berpirsyarê rojnamê yê Musulê bû. Navê wî yê esasî Naşît Hakki ye. Naşît Hakki, Kemalîstekî xuyayîye û piştre paşnavê xwe dike “Uluğ”

Lepta Haco ya li hemberî serhildana Şêx Saît hêjî mijara niqaşê ye. Bi piranî tê bilêv kirin ku Haco wek taktik li gel devletî cî digre (Xwendevan kare Ji bo vê mijarê dîtinên cuda cuda di pirtûka Nezîrê Cibo ya bi navê Heverkan Sultanlari de bi xwîne. Heverkan Sultanlari, Komal basim yayim dağitim, 2010, S. 97-109)

Naşît Hakki, di derheqa helwesta Haco ya di serhîldanê de wiha digot:

“Çaxê Şakî Haco, hêz û qudreta millî dît, tirsîya û bi 150 Sûwarîyên havalbendê xwe re ket xizmeta dewletê û li Karabaxçê li hemberî hêzên şakîyên Şêx Seîd şer kir. Piştre hat Dîyarbekir. Ji bo ku xwe wek dost û piştgirê dewletê şanî bide û li herema xwe wek berê zilm û zorê berdewam bike bi girgirên dewletên re hevdîtîn pêk tanîn.”

 

Naşît Hakki divê pêvajoyêde Haco nasdike û di derheqa wî de wiha dibêje: “Ez û Haco, pîştî girtina Şêx Seîd bi çend rojan, di gazinoya Leşkerî de leqayî hev bûn. Du serok aşîrê Mîran Naîf Axa û Naîf jî li gel wî bûn. Li gora şatafata lîbas û xemla her du serokan girêdana Haco, pir mûtevazî û sade xuya dikir. Di hepsêde hînî Tirkî bubû û her hewl dida ku bi Tirkî bipeyîvê. Ji alê dinve her sadakat û xizmetên xwe yên li hember dewletî tanî ziman û her wiha di xwest bala girgirekên dewletî bikşîne ser xwe.”   

 

HEBAB: GUNDÊ KU HACO LÊ MABÛ

Haco ji bo alîkarî bide serhildan Agrî xwe gîhandbû gündekî. Ev gund di çapemenîya Tirkande wek Habat, habab, habap, Hubap dihat bi navkirin. Naşît Hakki, di derhaqa vî gundî de jî agahî didan: “Haco û zilamên wî demekî li Diyarbekir man. Di vê navberêde girgirekên Dewletê gelek şîret li wan kirin. Di vegerêde diçe, li qesra xwe ya li gundê Suryanîya ku li serê çiyê hatibû avakirin bi cî dibe. Li vî gundî Ezîdî û Surîyanî li dora wî gîhabun hev.”Di ferhenga Sevan Nişanyan ya bi navê “Türkiye yer Adları Sözlüğü” de (Li Tirkîyeyê Ferhenga Navê Ciya) navê gûnd bi Suryanî Habab e. Lê îro bi Tîrkî navê wî kirine Gûzelsu.

 

HACO KÎYE?

Rojname ya Akşam (17 Tebax 1930) di manşeta xwede dipirsî; Haco kîye? û piştre ji bo xwendevanên xwe bersiva pirsa xwe dida:

“Ev serserî Kurdekî ji gundê Habatê ye. Di serhildana Şeyh Saît de li hemberî dewletê derketîbu. Lê jiber hêzên me revîya bû û derbasî Surî bûbû. Li wir dikeve xizmeta Fransîyan. Fransî Haco li herema Kamişlo(Kamişlar) û Demîrçat wek mûfetîş tayin dikin.

Wek tê xuyakirin, agahîyên çapamenîya Tirka yên di derheqa helwesta Haco ya di serhildana Şêx Saît de hevdu nagirin.

 

XEYALA KURDÎSTANA SERBIXWE

Her çiqas Serhildana Agrî bî dawî hatibe û navê Xoybûnê wek berê newê bilêvkirin jî, navê Haco hêjî di rojeva çapemenîya Tirkande ye.  Di salên 1930’ande endamê Xoybunê yê herî medyatîk hêjî Haco Axa ye. Di naveroka nûçeyên liser “Kurdistana serbixwe” de herî zêde navê wî dihat bilêv kirin.  Li herdu alîyê hudut  dinav hêzên Xoybunêde yê herî çalek ew dihat xuya kirin. Carcara bi ewayekî magazînî jî dihat rojevê, lê di naveroka nûçeyên lî ser xoybunê û serokên wê de, navenda aksîyonan her Haco bû. Her çiqas ev nûce wek ku lîser masê û wek senaryo hatibin amade kirin jî, îhtîmala ke mezin jî ewe, ku ji terefî elemanên Îstîhbaratê ve, bi ewayekî popilîst hatibin raporkirin. Wek mînak; Rojnameya “Son Posta”, manşeta xwe ya 18.Tebax 1930an ji Haco Axa re veqetandibû. Li gel navê Haco, car cara navê Celadet Bedîrxan, Osman Sabrî û yên hinek rewşen bîrên Kurda jî derbas dibû. Ser nivîsa nûçê wiha bû: “Xeyala Kurdistana Serbixwe Xapandineke mezin e.” Nûçe wiha didomand:

“Şakîyê firarî Haco, ji gundîyan bi hezaran lire pere xesp kirîye.

Helep,17 (Taybet)- Dijminên Tirka û welatê wan, ên ku di Xoybunê de gîhane hev, van rojên talîde, dinav çalekîyek xapînok dene. Serokên vê cemîyeta xaîn û fesat li gundên aşîrên der dora hududê me yê Surî belavokek belav kirine. Di belavokê de behsa babetin xayalî dikin. Lê eşkere tê famkirin ku armanca van sergedan ewe ku ji gundîyan pera bidin hev û her wiha berîkên xwe tijî bikin. Nîtekîm tê zanîn ku hinek ji van şakîyan bi vî ewayî zengîn bune û dinav sefahetê de dijîn. Lewma tê gotin ku dinav wande dubendî û îhtîlav derketîye. Ji alê din şakî Haco, li ser sînorê me yê başûr tevlîhevîyên xerab pêk tîne. Ev şexs, dî esasê xwede firaîyê Tirkî ye. Bi çend firaîyên wek xwe re civînekê lidar dixe.   Di civînêde xaînên wek Bedirxan Kamran(Kamuran Bedirxan) û Osman Sabrîyê Kahtayî jî beşdar bûn. Civîn bi xir û cirê derbas dibe. Piştî civînê Kamuran Bedirxan û Osman Sabrî qaşo ji bo sazkirina Devleteke  Kurdî dinav aşîrên herema hudut de  probaganda dikin û bi vê sebûnetê ji wan pera didin hev. Lê piştre hat famkirin ku ev perê ji terefî Haco Axa, di ziyafet û şahîyên xwarin û vexwarinande hatîye xerckirin. Çaxcê mensubên aşîrên Kurda û Ermenî vê yekê fam dikin, pir hêrs dibin. Hewqas hêrs dibin ku ji bo Haco û zilamên wî linç bikin mumayîşan tertip dikin û ew peren ku bi xapandin ji wan hatî girtin daxwaz dikin. Lê mixabin ew kesên wek Osman Sabrî û Kamuran Bedirxan ku bubun sebeba xapandina wan, ji holê winda dibin. Piştre hat famkirin ku Osman Sabrî û kamuran Bedirxan ji wan peran pareke mezin hiland bun.

 

GELÊ HEREMÊ DI DERHEQA HACO DE DIPEYÎVE

Roja din mijara manşeta rojnameya Son Posta ya binavê “Halkin Sesî” “Xeyala Kurdistana Serbixwa” bû. Rojnamê, bi israr dixwest vê nûçeya polîsîye di rojevêde bihêle. Wiha dinivîsî: “Me duho, nuçeya eşqîyayekî serserî yê bi navê Haco çêkiribû.Ewê ku bi probaganda  ‘ezê Kurdistan û Ermenistana serbixwe saz bikim.’ Gel xapandibû.” Nuçeya rojnamê, “ Gelê me divê mijarê de wiha difikire.” Digot û di berdewamîyêde cî dida gotinên gel ên di derheqa Haco de:

 Sadik Bey(Çakmakçilar Yeni Hani);

“Eşqiyayê meşhur Haco bi gotinên xapînok wek “Ezê Kurdistanê azat bikim” ji gundîyan gelek pere dane hev û ev pere li meyxanan, di kêf û şahîyande xwar. Niha gundîyên reben lê digerin ku pere xwe jê bistinin û wî linç bikin. Ya rast çaxê min ev nûçe xwend ez şaş nemam. Çimkî însanekî ku îxanetê li dewleta  bike wê vê xerabîyê rehat bike.”

Nusret Bey (Kumkapi Îbrahim Paşa Çikamzi 1):

Li wî alê sînoreme yê bakur gurubek eşqîya heye ku ji xwere dibêjin Xoiybun. Endamên vê gruba ku nayên hîdayetê, di xeyalên xwede Kurdistan û Ermenîstanek damezrandine. Ew bixwe ji zanin ku ev xeyaleke û nemimkune. Lê ji bona gundîyên saf bi xapînin dev ji van xeyalên bêbingeh bernadin. 

 

Mehmet Rıza Bey (Erenköy İstasyon cad. 73):

Komek xayîn li suri gihane hev û bi navê xoybûn sazîyeke îhanetê damezrandine. Ez dî vê bawerîyêde me ku ev şexsîyetên bê heya wê bela xwe bibînin. Ev millet wê rojekê fam bike ku tê xapandin û wê li wan werê xezebê.

 

Süleyman Sudi Bey (Sultanselim Çukurbostan 3)

Li Helebê, ji bona Haco werê ceza kirin mitîng hat lidarxistin. Ew eşîrên ku heya îro lî pey wan diçun, îro fam kirin ku ji xeynî pere û sefahatê pêve tu armanca van tune.  Ji xwe ew bixwe jî zanin ku ev mesele( mesela Kurdistana azat nc.) tışteki vala ye, lê sırf ji bo menfîatê xwe vê dozê di şopînin“

 

Şefîk Bey (Sîrkecî Meşrutiyet oteli)

Ew pêxwasê ku navê wî Haco ye, bi çend pêxwasên wek xwe re heya îro, xwe wek fedakar û qehraman şanîdidan û bi probaganda “Emê Kurdistan û Ermenîstanek azat saz bikin” gelek kes xapandin û şelîhandin. Perên ku bi vî ewayî dane hev jî di şahî û zîyafetan xwarin û vexwarinan da xelas kirin. Lewma galayana gundîyan di ciyê xwede û meşruye. (Tebax 19- 1932 Son Posta) 

 

HACO Û HEREMA CEZÎRÊ

Dema pirsgirêka Hatay jî Haco, dîsa di rojeva çapamenîya Tirkan de bû. Îcar vê demê navê wî û herema Cezîra Surî pevre dihat qalkirin. Di navbera 1921-1946 ande di bin dagirkerîya Fransade, bi taybetî di salên 1930’yan de, ji bo statûya heremê, dinav civakên Kurd, Ereb û Surîyaniyan de gengeşî hebûn. Çapamenîya Tirk bi baldarî li ser van gengeşîyan disekinî. Di 13 Rêbendana 1937an de  rojnameyên Tirkan Akşam, Ulus û Cumhuriyetê, nûçeyek wiha derxistibûn manşetên xwe; “Meşhur Haco, di encama pevçûnekê de ji terefî birayê mebusekê gruba bi navê Vatanî hat birîndar kirin.” Wek tê xuya kirin Haco di çavê çapamenîya Tirkande hêjî endamê Xoybunê yê herî navdar e, meşhur e. Ji xwe çaxê bahsa wî derbas dibû, her tim sifata “meşhur” didanîn pêşîya navê wî. Mînak; Rojnameger, Mumtaz Faik Fenik, di rêznivîsa xwe ya bi navê “Lî hidudê Başur” ( Cenup Sinirinda) ku di hejmara rojnamaya Tan ê(30 Rêbendane 1937) hatibû weşandin wiha digot: “Çaxê ji devê gundîyekî min ev nav bihîst dicihde min famkir ku ev şexs, ew Haco yê meşhur e ku eşqîyatî û Kurdîtî ji xwre kirîye armanc.” Her wiha rojnameger, cardin Haco bi xwendevanên xwere dida naskirin û wiha didomand: “Ez bawerim ku we jî ev nav bihîstîye. Ligora nuçeyên rojname, di encama pevçunekê Haco hatîye birindar kirin.”

 

SEROK HACO YE

Di nivîsa ku bi îmza B.K û bi sernivîsa “Mektubên Surî û Xoybun” hatî nivîsandin, serok û sazkarê lidarxistina çalekîyên Kurdên rojava Haco nişan dida. Nivîskar ji bo xwendevanên xwe di derheqa Haco’de ev agahî jî didan:

“Berî gotinên xwe xilas bikim, ez dixwazim di derheqa Haco’de hinek agahî bidim we.

Haco Axa: Ehlê nehya Nisêbînê ya bi navê Hubabê ye. Heman demê serokê aşîra Huykar e(Hevêrka n.c). Emrê wî zêdeyî 50 ye. Cahîl û xwînxwar e. Jiyana wî bi eşqîyatî û şelihandinan derbas buye. Gelek cara bi hêzên hukumetê re şer kirîye, hatîye girtin û bi salan hatîye hepiskirin. Piştî serhildana Şeyh Saît, di sala 1341(1926) de, li Nisêbînê, li hemberî dewletê serî rakir. Ji ber hêzên me revî û derbasî Surî bû. 

Piştî ku derbasî Surî bû, li wir bi cî bû û serokatîya herekata Kurd xist destê xwe. Li herema El Cezîre bû pîştvanê Xoybunê yê herî xurt. Wekî ku di nûçeyên me de tê xuyakirin, çalekî û xebatên wî yên Kurdîtîyê bişev û biroj  berdewamin.

Ev serokê Xowbûnê yê herî navdar, piştî buyêrên Surî yên talî, diçe Beyrudê û li wir ji Komserê mezin re, piştre ji muhabîrê Rojnameya El Ahrar re wiha dibêje:

“Rewşa El Cezîre arame. Aşîrên heremê ji îdare Fransîyan razîne. Dinav aşirên bakurê Surîye û Kurdanên heremê îhtîlaf tünenin. Nuçeyên rojnameyên Tirkan ne rastin.”(19. Temmuz 1934 Akşam)

 

 

 

PÊŞEROJA CEZÎRE

Li gora çapemenîya Tirka Haco, di gengeşî û pirsgirêkên nav Ereb,  Xiristîyan, Kurdan de û hemen demê di mûnasebetên Fransîyande, wek serokê Kurdan xuya dike. Nûçeya  rojname ya “Son Telgraf”(31 Gulan 1938) wiha digot:

“… Li gora nûçeyên ku ji Helebê tên Haco, berîya niha bi çendekî, rêveberîya Qamişlo dixe destê xwe. Ji alê din ji Fransîyan daxwaza muxtarîyetê kirîye û rêveberîya bajêr dinav  hevalbendê xwe de parve kirîye. Yek ji van havalbendê wî Tahir ê Mêrdînî  vekeletîya  qaymaqamtîya Qamişlo dike. Her wiha memurên ku mensubên Partîya Vatanî bûn hemu ji wazîfê derxistin. Havalbendê Haco, bi pankartan li sikakan di meşîn. Liser pankartên wan ev slogan hatibûn nivîsandin:

 “ Em Îstîklal û Hurrîyet dixwazin” “Ya îstîklal yan Mirin” “Franasa! Li Soza xwe xweyî derkeve;  Me nefroşe Ereba” 

 

LI HEREMA CEZÎRÊ GELEK CARAN ALA SURÎ HATIBÛ DAXISTIN

Şaîrê Kurd Cegerxwîn, jiber ku dinav şert û mercên Surî yên kaotik de bikernehatin ku statûyekê bidest bixin, serokên Kurda wiha rexne dikir:

“ Cezîre demeke dirêj di destê Kurd û Xiristiyanan de bû.  Em bi rêzdarî bihevre dijiyan. Lê heft mixabin axa û begên Kurdan bikêrnahatin û ji vê rewşê îstîfade nekirin. Welatê xwe azad nekirin, berjewendîyên mîllettê xwe muhafeze nekirin.”( Cegerxwîn, Hayat Hikayem, s. 273) 

Cegerxwîn wiha didomand: “Gelek cara li Cezîre, ala Surî dihat daxistin û şuna wê ala Fransa dihat bilindkirin. Hatta carna Xiristîyanan al dişewitandin, tavêtin erde û pêlêdikirin, hetta pêde mîz dikirin.”

 

TALÎ HACO DEWLET DAMEZRAND

Di rojnama ya Tan ê (18. Hazîran 1913) de nûçeyek balkeş tê weşandin. Sernivîsa nûçê wiha bû: “Li Cezîrê Kurd û Suryanî ji bo serxebunê rabun ser pîya.” Di berdewamîya nûçê  de tê gotin ku Haco û Patrîkê Sûryaniyan Habbî li Beyrudê bi Fransîyan re hevdîtinekê çêdikin. Pîştî vê hevdîtinê tên Cezîrê û ala Cezîrê bi Qonaxa Rêvebirîya Hukumetê ve daleqînin û serxwebuna xwe îlan dikin. Di nûça rojnamêde ev agahî jî hebûn:

“Piştî îlankirina serxwebunê, teblîgat dan hemû memurê Hikumeta Surî ku ji herema Cezîrê derkevîn. Li alê din li hemû ofîsên hukumetê ala Surî hat daxistin û ala Cezîrê hat daleqandin. Ala Cezîrê,  kopîya ala Fransa bu. Di nîvê ala Cezîrê de du simbilên genim hebun. Ji ala Fransa cudatîya wê tenê ev bû.” 

 

         Heman nûçê, cî dabû daxwazên Surîyanî û Kurdan, yên ku ji 3 xalên esasî pêkdihatin: 

1.     Ji bo herema Cezîre rêvebirîyek cüda û xweser.

2.     Bila li dibistanan şuna Erebî, Kurdî û Surîyanî bibe zimanê perwerdê.

3.     Bila girtiyên Cezîrê ku di hepsên Surî dene derhal werîn berdan. 

 

      DÛMAHÎK

Wan salan (1930’an) ji bo çapemenîya Tirkan, di mesela Kurdîtîyêde mijara herî giring Haco Axa bû. Kesayetîya wî car cara ji sîyasetê dihat veqetandin û bi şiklekî magazînî an krîmînal dihat rojevê. Lê wî çaxî jî, Haco Axa dîse mijara herî sereke bû. Ji bo çapemenîya Kemalîst ew hem ‘serok eşîr’ bu, hem jî ‘kesayetekî ku li pey xeyala Kurdistanek serbixwe’ diçû. Her wiha ew ji bo çapemenîya Tirkan, objeyeke kîn û nefretê ya bikêrhatî bû.  Heman demê ew, li binxetê rêberekî Xoybunê yê herî navdar ku liser navê Kurda bi Fransîyan re hevdîtin  çêdikirin.

 

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu – 4 / Nezîrê CIBO

Fransız İşgaline Karşı Kürt Direnişi ve Beyandur Olayı: Fransızlar Cezireye geldiklerinde Şamar Aşiret reisi Mişel Başo El Erba onları “memnuniyetle karşıladı”. Böylece Fransız desteğini alarak rakibi Tay aşireti ve Kürtlere karşı avantaj elde etti. Şamar liderinin kışkırtmasıyla Fransızlar, Kürtler üzerindeki baskılarını arttırdılar. Birçok Kürt aşiret reisini tutukladılar. Bunların birçoğunu Beyandur köyünde boğazlarına kadar toprağa gömdüler, sonra da aç köpekler saldırtarak hepsini öldürdüler. Suriye Komünist Partisi yayın organ Direseti İştiraki ’de 1985 yılında yayınlanan bir yazıda olayla ilgili şunlar yazılıyordu: “Fransızlar Beyandur köyünün tepesinde bir kışla kurmuşlardı ve Kürt ileri gelenlerini tutuklayıp onları canlı halde boğazlarına kadar toprağa diktiler. Osê isminde (Tilminar köyünden) birini öldürdükten sonra diğerlerini de bu şekilde toprağa dikip üzerlerine aç köpekler saldırtarak öldürttüler, diğer aşiret reisleri kaçtı, tutuklanan bazıları ise sürgün edild

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı - 1/ Nezirê CIBO

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı / Nezirê CIBO Nezîrê CIBO Kürt tarihi; istilacılara, yağmacı ve çapulculara karşı başkaldırılar tarihi olduğu kadar ihanetler ve iç çatışmalar tarihidir de. Kürt özgürlük hareketlerinde de bu ikili at başı gitmiştir. Başlayan her başkaldırı beraberinde ihanetin izlerini de taşımıştır. Büyük ozan Ahmedê Xanî’nin Mem û Zîn ‘indeki büyük aşk ile aşıkların peşini hiç bırakmayan o kötü adam Bekoewan gibi… Kuşkusuz  bu doğal bir diyalektiktir. Özgürlük-kölelik, aydınlık-karanlık, gerçekliğin iki yüzüdür. Biri olmadan öteki olmaz. Ancak onurlu ve insanca bir yaşam için aydınlığın karanlığa, özgürlüğün köleliğe baskın gelmesi de bir zorunluluktur. Kürt insanı bugüne kadar bütün uğraşlarına rağmen aydınlık yüzü görememiş ise, bunu engelleyen birçok nedenin başında bu iç çekişmeler, siyasi çatışmalar, aşiretler arası kavgalar, kan davaları ve ihanetler vardır. Tarihimizin bu dramatik olduğu kadar ders verici sayfaları ne yazık ki yeteri

Turabidin’den Baltık’a

Kürt Toplumunda Aşiretin Önemi