Ana içeriğe atla

Fezayî yên Amedê û bûyêrên Taksîmê

Fezayî yên Amedê û bûyêrên Taksîmê

Van rojan şarederiya mezin a Diyarbekir li ser bilbordan di derheqa qirêjiya sikak û kolanên bajêr de afîşne balkêş rêxistin e. Li ser afîşa wiha tê pirsîn “Gelo ma vî bajarî fezayî qirêj dikin? Ev çopên di sikakên mede ji fezayê tên? “ma robot sikakên me di herîminin? “ Di heman bilbordadan wêneyên fezayiyî û robotên ku çarçop tavêjin erdê tên xuya kirin.
Bi rastî ji bona balkişandina gel metodekî enteresan e. Ev yek ji eleqa çapameniyê jî tê fam kirin. Afîşên şaraderiyê di çapa meniyê de ji pirsgirêk û qrejia bajêr bêtir ket rojevê de. Ez bawerim ku eger çapameniyê heta îro qasî ku cî da van afîşa bidana pirsgirêkên bajêr, belkî îro ihtiyaciya van bilborda nemana, niha gelek tişt belkî çareser bûna. Lê gerek mirov heq bidê çapameniyê, çimkî bilbordê şarederiyê bi rastî jî balkêşin. Kî ev bilbord amade kiribin karekî baş kiriye.
Bêguman mijara vê gotarê ne balkêşiya bilborda ye, qirêjiya Amadê û bûyêrên Tasîmê ye.
Amed wekî gelek bajarê Kurdîstana bakûr qilêr e. Sikak û kolanên wê ne paqijin. Gelo çima ne paqijin? Sebeb çiye? Ma bi rastî fezayî sikakên me qirêj dikin?
Bi ya min sebeba herî sereke, di çanda me de paqijiya hawîr dorî tune. Li nav Kurda çaxê bahsa paqijîyê tê kirin bi piranî paqijiya şexsî an ya nav mal tê fam kirin. Ger ser û bergê wan, nav malên wan paqij bin, wekî din ne mihîm e. Ji bo gel paqijî ev e. Lewma, kevaniyên malan çiqas qilêrî hebê paqijdikin û tavêjin sikak û kolana. Toz û qilêra mal didin hev û tavêjin siakakê, xalî û merşên xwe di balkonan de di weşînin. Ew toz û qilêr li siakak û malê cîranan bela dibê. Lê mixabin ne xeme, armanç paqijiya nav malê ye, wekî din ne proplem e.
Nifusa Kurdan bi piranî Misliman e. Di Mislimaniyê de peyveke wiha heye: “Paqijî ji îmanê ye” Bi rastî peyveke giranbiha û misliman bi vê yekê pesnê xwe didin. Lê jiyana wan ji vê peyvê pir dûr e.
Xort û qîzên me, dayîk û bavên me, çopên xwe, îzmarêtên xwe tavêjin erdê. Tif û belgema xwe bê destûr tavêjin erdê. Ev helwest ji bo wan tiştekî normal e. Di vê derheqê de havalekê min mamoste serpihatiyek xwe yê piçûk whiha tanî ziman:
“Rojekê şagirtê min li bexçê dibistanê tifkir erdê. Min jî wî şiyar kir û got, Lawo, eybe tu çima tiftêkê erdê? Şagir heyret ma û wiha bersiv da; Mamoste, wellehî bi tere jî nabe ha, tu çi dibêjî , ma tifnekim erdê jî, ma tif bikim kur?” Piştre mamoste meselê bi bavî şagirt re di peyîvê. Bavê şagirt wiha dibêjê: “Mamoste, mixabin bavê wî tiftikê erdê elbet ew jî dê tibikÊ”
Gelek cara ez jî leqay bûyêrên wiha bû me. Çaxê kesên ku der dor a xwe di heriminin dibînim, bi piranî wan îkaz dikim. Gelek ji wan bi Tirkîyeke qebîh wiha dibêjin; “Ma belediyecînin îşî nedir, temizlesin”(Ma îşê belediyê çiye? Bila paqij bike.) Yanî ew hermandina hawîrdor ji xwere wek mafekî dibînin. Baweriya wan ev e; emê bi herîmînin, bila belediye paqij bike. Ev nîşana kêmasiya çanda bajarvaniyê ye. Ji vê yekê şarederî çiqas bi xebitin jî pakij kirina bajarê Amedê ne mimkine. Şarederî paqij dike bi hezaran kes di herimînin.
Lê divê ku ev jî werê gotin; şarederiyên me di aliyê denetim û kontrolkirina paqijiya hawîrdorî de sistin. Berpirsyaren şarederiyan wiha dibêjin; Bi derbekê re nabe, hêdî hêdî, gel dê hînî paqijîyê bibe. Lewma sistema ceza kirinê û kuralên pêwîst neyên tatbîq kirin. Bi ya min ev ne hinceteke di ciyê xwede ye. Berevajî vê pêwîste ku di vî warî de şarederî bê tavîz û bê musahama bin. Li gel perwerdahiya hawîrparêzî ev kuralên pêwîst jî werin tatbîq kirin.
Di qada hawîr parêzîyê de van rojan bûyêreke din a balkêş qewîmî; Bûyera “Birina darên Gezî Paraka Taksîmê” Di sewrîde wekî çalekiyek masumane dest pêkir lê dûre rengê çalekiyê hat guhertin û ket kontrola CHP’ê û kemalîstên nîjatperest.
Li gora min balkêşîya vê bûyêrê ev e: Ew partiyên Tirkan (CHP û êdin) ku ev sed sala xwezeya Kurdistanê bi boman tahrip dikin, daristanan û bostanan di şewitînin di nava rojeke de bûne hawîrparêz, bûne aşiqê xwezayê. Ji bona ku çend darên Gezi Parka Taksîmê hatin birin qiyametê dirakin. Ya balkêştir jî eve ku hinek Kurd jî bi vê durûkî û provokasyonên wan tên xapandin, li gel wan cî digrin. Bila Kurd zanibin ku CHP û Kemalîst, çawa katilê Kürt û Eleviyan e, hemen demê katilê xwezeya Kurdistanê ne jî. Armanca bûyêrên Taksîmê sabote kirine pêvajoya çareserkirina mesela Kurd û ji nûve saz kirina hêzên Ergenekonê ye. Gerek em vê yekê bibînin û neyên lîstikên Kemalîstan.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu – 4 / Nezîrê CIBO

Fransız İşgaline Karşı Kürt Direnişi ve Beyandur Olayı: Fransızlar Cezireye geldiklerinde Şamar Aşiret reisi Mişel Başo El Erba onları “memnuniyetle karşıladı”. Böylece Fransız desteğini alarak rakibi Tay aşireti ve Kürtlere karşı avantaj elde etti. Şamar liderinin kışkırtmasıyla Fransızlar, Kürtler üzerindeki baskılarını arttırdılar. Birçok Kürt aşiret reisini tutukladılar. Bunların birçoğunu Beyandur köyünde boğazlarına kadar toprağa gömdüler, sonra da aç köpekler saldırtarak hepsini öldürdüler. Suriye Komünist Partisi yayın organ Direseti İştiraki ’de 1985 yılında yayınlanan bir yazıda olayla ilgili şunlar yazılıyordu: “Fransızlar Beyandur köyünün tepesinde bir kışla kurmuşlardı ve Kürt ileri gelenlerini tutuklayıp onları canlı halde boğazlarına kadar toprağa diktiler. Osê isminde (Tilminar köyünden) birini öldürdükten sonra diğerlerini de bu şekilde toprağa dikip üzerlerine aç köpekler saldırtarak öldürttüler, diğer aşiret reisleri kaçtı, tutuklanan bazıları ise sürgün edild

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı - 1/ Nezirê CIBO

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı / Nezirê CIBO Nezîrê CIBO Kürt tarihi; istilacılara, yağmacı ve çapulculara karşı başkaldırılar tarihi olduğu kadar ihanetler ve iç çatışmalar tarihidir de. Kürt özgürlük hareketlerinde de bu ikili at başı gitmiştir. Başlayan her başkaldırı beraberinde ihanetin izlerini de taşımıştır. Büyük ozan Ahmedê Xanî’nin Mem û Zîn ‘indeki büyük aşk ile aşıkların peşini hiç bırakmayan o kötü adam Bekoewan gibi… Kuşkusuz  bu doğal bir diyalektiktir. Özgürlük-kölelik, aydınlık-karanlık, gerçekliğin iki yüzüdür. Biri olmadan öteki olmaz. Ancak onurlu ve insanca bir yaşam için aydınlığın karanlığa, özgürlüğün köleliğe baskın gelmesi de bir zorunluluktur. Kürt insanı bugüne kadar bütün uğraşlarına rağmen aydınlık yüzü görememiş ise, bunu engelleyen birçok nedenin başında bu iç çekişmeler, siyasi çatışmalar, aşiretler arası kavgalar, kan davaları ve ihanetler vardır. Tarihimizin bu dramatik olduğu kadar ders verici sayfaları ne yazık ki yeteri

Turabidin’den Baltık’a

Kürt Toplumunda Aşiretin Önemi