Ana içeriğe atla

Hevpeyvîn bi şair û nivîskar Receb Dildar re / Nezirê CİBO

Di sala 1958an de li Amedê hatiye dinyê. Xwendegehên pêşîn û navîn liAmedê ya mamostatiyê li bajarê Kırşehirê xwendiye. Ji ber xebatên siyasî qasîçar salan di Girtîgeha Amedê de mayê. Xebatên xwe li ser zimanê Kurmancî dike ûdi vî warî de, di gelek kovar û malperên Kurdî de gotarên wî weşiyane. Şi‘rên wîbi navê “Kewê Canê” hatine çapkirinê. Romanek Seyit Alp bi navê “Dewran”wergerandiye Kurdî û hatiye çapkirinê. Di pêşbaziya çîrokên zarokan aŞaredariya Sûrê de bi çîroka bi navê “Şîno” xelata yekê girtiye. Dîsa dipêşbaziya kovara Nûbiharê de çîroka wî ya bi navê “Veger” xelata yekê girtiye.Zewicandî û bavê çar zarokan e.


Daxwaza min ew e ku kitêb bigihîje ber destê xwendevanên li dû eşqê ne

...
Gelo we çawa dest bi nivîsandinê kir? Ji kerema xwe re hûnê karibin kurteçîroka nivîskariya xwe ji me re bibêjin?

Heta min xwendegeha navîn qedand jî, min nizanibû ku kurdî zimanê nivîsê ye. Cara pêşîn, li Kırşehirê min di parêznameya DDKO de alfabeya kurdî dît. Paşê li Diyarbekirê alfabeya M.Emin Bozarslan ket destê min. Ji wê gavê de ye, ez helbestên kurdî lêdikim. Lê cara pêşîn di sala 1982ê de di kovara Dengê Kurdistan de helbestên min weşiyan. Paşê di rojnameya Fıratta Yaşam de, di navbera salên 2002 û 2003yan de, di quncika Dilopên Jiyanê de gelek gotarên min weşiyan. Ji sala 2000ê û vir de di gelek malper û kovarên kurdî de nivîsên min weşiyane.
Kitêba min a pêşîn a helbestan e. Kitêb di sala 2003ê de bi navê Kewê Canê ji weşanxaneya Gun-Hîvron derket. Ji bo zimanê nivîskî xurttir bikim, min dest bi wergerê kir. Min romaneke Seyit Alp wergerand kurdî û kitêb di sala 2005ê de bi navê Dewran di nav weşanên Dozê de hat çapkirin. Di vê navberê de min dest bi nivîsandina çîrokan kiribû. Di pêşbaziya çîrokên zarokan a Şaredariya Sûrê de çîroka min a bi navê Şîno xelata yekemînî girt. Dîsa di pêşbaziya çîrokan a Kovara Nûbiharê de çîroka min a bi navê Veger bû yekemîn.
Di 2008-ê de Weşanxaneya Avestayê çîrokên min bi navê Şikefta Xwekuştinê kir kitêb û gîhand ber destê xwendevanan.



«Kewê Canê» helbest bûn, «Şikefta Xwekuştinê» jî çîrok in, gelo ji bo we helbetvani ani çirokvani, kîjan li pêş e?



Gava ez helbestê dinivîsim, an dikevim dinya helbestê, tiştek din nabînim. Li wî gorî îcar gava ez dest bi çîrokê dikim, dikevim dinya çîrokê, xêncî çîrokê tiştek din nabînim. Ji xwe di edebiyatê de helbest û çîrok cûreyên herî nêzî hev in. Çimkî divê herdu jî herikbar û tîr bin. Ne bi tenê helbest û çîrok, ceribandinên min jî gelek in û ez dixwazim di edebiyatê de cûreyên wekî din jî biceribînim lê hêdî hêdî.
Çawa ku meriv nikare zarokên xwe ji hevdu cihê bike û bi çaveke din li wan mêze bike, ji bo min helbest û çîrok jî bi wî awayî ne. Ez ji herduyan jî hez dikim.



Kek Receb, wekî ku ez zanim, hûn ji nêzîk ve eleqedarî ziman in, gelo ev pirsgirêka rojevi; soranî û kurmancî wê çawa çareser bibe?



Bi ya min, eger Başûr bi serê xwe bûya, wê zêde pirsgirêk çênebûya. Lê ji sedî 85-90 î kurdên ji derveyî Başûr ne soran in. Hebûna kurmancî ya li Başûr, berdewamiya têkiliyên kurdên derveyî Başûr bi xwe re tîne. Lê tunebûna kurmancî, bi kurdan re qutkirina têkiliyan e. Ev jî li hesabê dagirkeran gelekî tê.
Ji aliyek din gava meriv li meseleyê mêze bike, divê meriv zimanê kurdî wek grûbekê bifikire û li kurmancî, soranî û zazakî wek zimanekî mêze bike. Êdî em nikarin ji bo yekî, yekî din tune bikin. Her yek di nav xwe de xwedî form, qalib û gramer in. Divê her yek di nav xwe de pêş de bikeve û standard bibe. Divê her yek xwediyê edebiyata xwe be. Di vî zemanî de, ne bi zorê divê bi xweşî em nêzî hevdu bibin û yekitiya kurdan xurt bikin.



Wek ku hûn jî dizanin nivîskarê kurd di nav gelek astengî û zorahiyê de dixebitin, çi ne pirsgirêkên nivîskarên kurd?



Berî her tiştî, tu nivîskarekî kurd perwerdehiya zimanê kurdî nedîtiye. Herkes gorayî derfetên xwe û hewes û daxwaza xwe nivîsandin û xwendina zimanê kurdî fêr bûye. Ji ber vê yekê nivîsareke bê kêmanî gelek zehmet e. Li aliyê din, ji ber ku bazara zimanê kurdî qels e, çapkirina kitêban bi serê xwe pirsgirêkeke mezîn e. Piştî kitêb tên çapkirinê îcar kitêbfiroş tune ne ku tu kitêba deynî wan deran. Yanî pirsgirêk çaralî ye.


Di xelasekê de hûn dixwazin çi bibêjin?



Ez gava berhemekê diafirînim, ne li bendê me ku ew berhem wê bigîhîje destên deh hezaran. Ez wê diavêjim nav behrekê. Û ez di wê baweriyê de me ku wê ew berhem rojekê bigihîje xwendevanên xwe. Daxwaza min ew e ku kitêb bigihîje ber destê xwendevanên li dû eşqê ne. Xwendevanên ku havînê derdikevin ser xaniyan stêrkan dijimêrin û xuşexuşa çeman guhdarî dikin. Xwendevanên ku pirsan dipirsin û li ber tiştan dikevin. Ez ê jî tevlî wan bibim û em ê li berhemên nû bigerin, heta ku em bigihîjin qonaxên xwe. Spas.

Nezirê Cibo, www.netkurd.com, 26.05.2008


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu – 4 / Nezîrê CIBO

Fransız İşgaline Karşı Kürt Direnişi ve Beyandur Olayı: Fransızlar Cezireye geldiklerinde Şamar Aşiret reisi Mişel Başo El Erba onları “memnuniyetle karşıladı”. Böylece Fransız desteğini alarak rakibi Tay aşireti ve Kürtlere karşı avantaj elde etti. Şamar liderinin kışkırtmasıyla Fransızlar, Kürtler üzerindeki baskılarını arttırdılar. Birçok Kürt aşiret reisini tutukladılar. Bunların birçoğunu Beyandur köyünde boğazlarına kadar toprağa gömdüler, sonra da aç köpekler saldırtarak hepsini öldürdüler. Suriye Komünist Partisi yayın organ Direseti İştiraki ’de 1985 yılında yayınlanan bir yazıda olayla ilgili şunlar yazılıyordu: “Fransızlar Beyandur köyünün tepesinde bir kışla kurmuşlardı ve Kürt ileri gelenlerini tutuklayıp onları canlı halde boğazlarına kadar toprağa diktiler. Osê isminde (Tilminar köyünden) birini öldürdükten sonra diğerlerini de bu şekilde toprağa dikip üzerlerine aç köpekler saldırtarak öldürttüler, diğer aşiret reisleri kaçtı, tutuklanan bazıları ise sürgün edild

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı - 1/ Nezirê CIBO

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı / Nezirê CIBO Nezîrê CIBO Kürt tarihi; istilacılara, yağmacı ve çapulculara karşı başkaldırılar tarihi olduğu kadar ihanetler ve iç çatışmalar tarihidir de. Kürt özgürlük hareketlerinde de bu ikili at başı gitmiştir. Başlayan her başkaldırı beraberinde ihanetin izlerini de taşımıştır. Büyük ozan Ahmedê Xanî’nin Mem û Zîn ‘indeki büyük aşk ile aşıkların peşini hiç bırakmayan o kötü adam Bekoewan gibi… Kuşkusuz  bu doğal bir diyalektiktir. Özgürlük-kölelik, aydınlık-karanlık, gerçekliğin iki yüzüdür. Biri olmadan öteki olmaz. Ancak onurlu ve insanca bir yaşam için aydınlığın karanlığa, özgürlüğün köleliğe baskın gelmesi de bir zorunluluktur. Kürt insanı bugüne kadar bütün uğraşlarına rağmen aydınlık yüzü görememiş ise, bunu engelleyen birçok nedenin başında bu iç çekişmeler, siyasi çatışmalar, aşiretler arası kavgalar, kan davaları ve ihanetler vardır. Tarihimizin bu dramatik olduğu kadar ders verici sayfaları ne yazık ki yeteri

Turabidin’den Baltık’a

Kürt Toplumunda Aşiretin Önemi