Ana içeriğe atla

Kî zalim e?- 1


Piranîyek (ne hemu, beşek) Kurdên meyên çep ku hêj rêça Stalin dişopînin û yên Îslamist ji heman tasê av divexun. Di çarçova hisiyata milli de ez dinavbera wan de cudatî nabînim. Herdu alî jî, ji hişmendîyên milli kêmin û ji parastina berjewendiyên Kurd û Kurdistanê durin. Alîyê çep berjewendiyên milli qurbanî “biratiya gelan” dikin, aliyê Îslamîst bi qurbana “biratiya mislimanan” dikin. Siyaseta wan di vê esasî de tê hunandin.

Di serîde ez bêjim: Zilm û bê hukukî ji kîderê were bila were, gerek însanên bi wîjdan û bi merhemet li hember derkevîn û qebul nekin. Ev nayê niqaş kirin. Tiştê ku ez dixwazim niqaş bikim, helwesta van herdu alîyên ku bahsa wan hatîye kirin.

Herdu alî, Qaşo li hemberî zilm û zora İsrail a liser Filistîn xwe diçirînin. Bi piranî alê Îslamîst; Hero li kolan û sikakên Diyarbekir qaşo zilma Îsraîl a li ser Filîstînîyan protesto dikin. Hêstirên wan wek lehîyê tên xwar. Hezar nifir û heqaretan li Îsraîl dikin. Halbûkî ew Filistîniyên ku xwe liser wan diçirînin dijminên doza Kurd û Kurdistanê ne. Dost û alîgirên dijminên Kurda ne. Ew Filîstînî bûn ku duho lî gel Seddam lî hemberî Kurda şerdîkîrîn. Ew Filîstînî bûn ku ji bo qatlîama helepçe Seddam pîroz dikirin. Û dîse ew Filîstînîne ku îro lî rojava Kurdistane li hemberî Kurda şerdikin, li Rojhilat ji bo geber kirina katilê xortên Kurda Qasim Silêmanî hêstir di barînin.

Rêvebir, diplomat û serokên Filîstînîyan bi avazek bilind û eşkere vê dijminantîya xwe tênin ziman. Wekî ku tê zanîn, serokê Filîstînîya ê herî bi nav û deng Yaser Arafat jî piştî qatliama Helepçe destê wî dî destê Seddam de û jibo pêkhatina qatlîamê ya li hemberî Kurda pîroz dikir û wiha digot:

“Serkevtîna damezrandina dewleta Kurd wek ku xencerek têxîn zîkê Ereban, ewqas buyerek xetere.”

Ev gotin jî ya serokkomarê Filîstîn ê îro, Mahmut Abbas e: “Eger lî Surî rejim têk here dê dewleta Kurd werê damezrandîn. Ev jî ji bo Rojhîlata Navîn tehlûkeyek mezîn e”

Çaxê ku komkujîya Helepçe ji terefî hovê Sedam pêk hat û bi hezaran Kurdên sivîl hat kuştin, rojnameger ji Yaser Arafat dipirsin; “Tu di derheqa Helepçe çi difikirî?” Arafat bersiv didde; “Ev mesele ya Iraqê ye, em rêz li buyerên wan yên navxweyî digrin”

Yanî Arefat rasterast, piştgirîya komkujîya Kurda dikir û rêz ji hovatîya Sedam digirt.

Pîştî ku Seddam hat geberkirin, fîlîstînyan pêkerê wî bi mersîmek girsayî li Rojava Şerîa çikandin. Di mersîmêde walîyê heremê ê Filîstin Ravacba di axaftina xwede pesnê Sedam dida û wiha digot:

“Sedam wek Yaser Araft sembola şeref û mêrxasîya Ereban bu. Ew pusula neteweperestîya Eraba bun. Çaxê ew rebun ser xwe û ketin rê, neteweperestîya Ereban ji bi wan re rabû û meşî. Sedam Hûseyîn, şehîdê herî mezin e… Serokê mezin Mahmud Abbas jî di şopa wande di meşe.”

Di netîce em karin bêjin ku Filîstinî her li gel zaliman ci girtin û zilm zora li ser Kurda qet nedîtin. De îcar werin em di heman mijarê de, li helwest û sekana diplomat û serokên Îsraîl binerin:

Di sala 1988/16 Adarê, çaxê komkujîya Helepçe pêk hat, li ser ruyê Cihanê, li hemberê vê wahşetê tenê Paytexta Îsraîl, Tel Avîv deng bilind kir. Mamoste Beşîkçî ew rojên reş û xeter bi bîr tanî û wîha digot:

“…Çaxê qatlîama Helepçe pêkhat, li herêmê 6000 hezar Kurd hat qetil kirin. Li hemberê vê hovîtîyê Dinya bê deng ma. Ne ji Parîsê, ne ji Berlînê, Ne ji Londrayê, ne ji Romayê, ne Washingtonê û ne ji Moskovayê û ne ji Dewletên Misliman deng derneket. Çimkî hemuyan piştgirî didan Sedamê qatîl. Tenê deng ji Tel Avivê derket; Roja 1988/17 Adarê Li Telavivê Yahudî û Kurda tevde derketin meydana û ev komkujî protesto kirin û Dinya pê hisandin.”

Dema referanduma Başur pêk hat, serokvezîrê Îsraîl Netanyahu raste rast beyan kir: 

“Eger Kurdistan azadiya xwe ilan bike emê alîkar bin û nasbikin… Wextê Kurdistaneke azad hatîye.”

Dî heman demande çaxê Ku Erdoxan liser Filîstînya zirt li Îsraîl dikirin Netanyahu wiha bersiv dida:

“Ew Erdoxanê ku Kurda qetil dike… Nîkare waaza bide me. Bila dev ji van vira berde” Di daxuyanîyek xwe din de wiha digot:

“Xeynê Mislimanan pêve tukes zilmê li kurda nakin. Yek welatek Mislimanan tüne ku destê wan ne ketibê xwîna Kurda… Eger îro em Kurda wek dijmin îlan bikin, Hemû dewletên Misliman wê me himbêz bikin.”

Piştî ku leşkerê Tirk ket Rojavayê Kurdistanê, Benjamîn Netanyahu  ev helwest wek îşgal şanîdida û wiha digot;

"Îsraîl, işgalkirina Tirkî ya li herema Kurdistana Surî şermezar dike û ji bo vê qirkirina etnîkî  Tirkî hişyar dike. Em ji bo zarokên milletê Kurd yên kahraman hezirîya arîkariya însanî dikin"

Cîgira wezîrê derve yê Îsraîl Tzipi Hotovelya jî, çaxê Tirk ketîn Rojavaya Kurdîstanê wîha digot:

“Tîrk vêcarê dixwazin li Surî jî Kurda qirbikin. Em vê zilmê bi tu ewayî qebûl nakin. Lî hemberî van erîşên Tirkan, ji destpêkê heya nîha wek dîplomatîk, çi ji destê me hatîye me texsîr nekiriye. Her wiha ev alîkarîyên me heya ku Kurd bibin xweyî dewlet dê bîdomînin. Em bi van hevkarî û alîkarîyan jî xwe serbilind dibînin”

Vezîrê İsrail ê Adaletê, Ayaled Shaked jî dîgot; “Wextê Kurdistane ke serbixwe hatiye. Em bi hemû hêzên xwe arîkarî didin serxwebûna Kurdistanê. Kurd mafên mîrovan baş dîparêzin. Rêzê li jinê digrin. Milletekî esîl û aştîxwaze…” Ayaled wiha berdewam dike:

“Ji bo Kurda devletek ser bixwe ne sedeqeye ku werê îkram kirin. Liser xaka bav û kalên xwe jiyanek azad û birumet, wek hemû mîlletan mafê wanî tabîî û meşru ye.”


Ji alê din, bi sed salaya ku “birayên” me Tirk, Fars û Ereb bi qasî misqal’i zir heq û hukukên Kurda nasnekirine, hebûna wan înkarkirine. Qatliam, zilm û zora ku li kurda kirine hemû dinya şahide.

Li ber vê rewşa darîçav, ev Kurdên(!) me yên ku bi herdu çavan liser Filîstnîyan digrîn, bi her firset û bahaneyê, êrîşî Îsraîl dikin. Sebep; qaşo Îsraîl zilm û zordariyê li Filistiniya dike, bê hiqukîyê dike. De îcar werin em binêrin ka kî zilim û bê hiqukiyê dike? İsrail an Misliman? Bê hiqukî li Îsraîl heye an li nav dewletên Mislimanan heye? 

Kerem bikin hun qiyas bikin:

Li İsrail’de hejmara Ereba: 1.5 milyon e.

Zimanên fermî: İbranî û Erebî ye.

Zimanê perwerdê; İbranî û Erebî ye.

Di parlementoya İsrail de; Parlementerên Ereb û Yahudiyan tevde kardikin.

Di parlementode, Herkes bi zimanê xwe û ligora kevneşopîyên xwe yên olî sund dixun.

Li İsrail, gerek Ereb, gerek grubên olî an etnikî mafên hemûya ligora normên navnetewî, bi kanunan hatina parastin.

 

Niha jî em li rewşa qaşo develeta herî demokratik ya Misliman Tirkiyeyê binerin;

Li Tirkî nifusa Kurda: 30-40 Milyon e (Ji ber ku hebûna Kurda fermî nayê qebûl kirin, hejmara Kurda texmîniye)

Zimanê Fermî: Tenê Tirkî ye

Zimanê perwerdehîyê: Tenê Tirkî ye.

Li Tirkî bi qasî misaqalî zir heq û huquqê Kurda yê fermî tüne.

Di parlementoya Tirkde, axaftin tenê Tirkî ye. Kurdî wek zimanekî "nenas" tê şanîdan. 

Di resmîyetêde hemû parlementer Tirkin. 


Îcar hun bejin, gelo kî zalim e. Kî demokrat e. Kî dijmin e?

Birayên(!) me misliman an? Kafirên(!) Yahudî?

De îcar destê xwe deynin ser vîjdanê xwe û bersiva van pirsa bidin;

Gelo zalim kiye? İsraîl e, an Mislamanin? Mazlum Kurdin an Filîstînî ne?

Dijminê Kurda Mislimanin an Îsraîl e?


Kaynak: Kî zalim e? - Nezîr Cibo

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu – 4 / Nezîrê CIBO

Fransız İşgaline Karşı Kürt Direnişi ve Beyandur Olayı: Fransızlar Cezireye geldiklerinde Şamar Aşiret reisi Mişel Başo El Erba onları “memnuniyetle karşıladı”. Böylece Fransız desteğini alarak rakibi Tay aşireti ve Kürtlere karşı avantaj elde etti. Şamar liderinin kışkırtmasıyla Fransızlar, Kürtler üzerindeki baskılarını arttırdılar. Birçok Kürt aşiret reisini tutukladılar. Bunların birçoğunu Beyandur köyünde boğazlarına kadar toprağa gömdüler, sonra da aç köpekler saldırtarak hepsini öldürdüler. Suriye Komünist Partisi yayın organ Direseti İştiraki ’de 1985 yılında yayınlanan bir yazıda olayla ilgili şunlar yazılıyordu: “Fransızlar Beyandur köyünün tepesinde bir kışla kurmuşlardı ve Kürt ileri gelenlerini tutuklayıp onları canlı halde boğazlarına kadar toprağa diktiler. Osê isminde (Tilminar köyünden) birini öldürdükten sonra diğerlerini de bu şekilde toprağa dikip üzerlerine aç köpekler saldırtarak öldürttüler, diğer aşiret reisleri kaçtı, tutuklanan bazıları ise sürgün edild

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı - 1/ Nezirê CIBO

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı / Nezirê CIBO Nezîrê CIBO Kürt tarihi; istilacılara, yağmacı ve çapulculara karşı başkaldırılar tarihi olduğu kadar ihanetler ve iç çatışmalar tarihidir de. Kürt özgürlük hareketlerinde de bu ikili at başı gitmiştir. Başlayan her başkaldırı beraberinde ihanetin izlerini de taşımıştır. Büyük ozan Ahmedê Xanî’nin Mem û Zîn ‘indeki büyük aşk ile aşıkların peşini hiç bırakmayan o kötü adam Bekoewan gibi… Kuşkusuz  bu doğal bir diyalektiktir. Özgürlük-kölelik, aydınlık-karanlık, gerçekliğin iki yüzüdür. Biri olmadan öteki olmaz. Ancak onurlu ve insanca bir yaşam için aydınlığın karanlığa, özgürlüğün köleliğe baskın gelmesi de bir zorunluluktur. Kürt insanı bugüne kadar bütün uğraşlarına rağmen aydınlık yüzü görememiş ise, bunu engelleyen birçok nedenin başında bu iç çekişmeler, siyasi çatışmalar, aşiretler arası kavgalar, kan davaları ve ihanetler vardır. Tarihimizin bu dramatik olduğu kadar ders verici sayfaları ne yazık ki yeteri

Turabidin’den Baltık’a

Kürt Toplumunda Aşiretin Önemi