Ana içeriğe atla

KÎ ZALİM E ?- 2

 

Berî niha bi çendekî min nivîsek bi heman sernivîsê parve kiribû. Di wê nivîsêde me kiryar, gotin û lepta diplomat û rêvebirên Filîstîn û Îsraîl danîbû berçav û pirsî bû; Ka kîjan ji wan zalim e?

Êrîşa HAMAS ya talî û piştre misilleme ya Îsraîl bu sebeba dubara kirina vê sernivîsê.

Piştî êrişa HAMAS ya li hemberî sivîlên İsraîl, di çapamenîyêde gelek buyêr û wêneyên balkêş û hovane hatin weşandin. Me bi ibret û acêpmayî xwend û zindî temaşe kir.  Bi rastî wekî her insanê xwedî ujdan û bi merhemet ez jî acêpmayî mam û çawa dile me ser kuştina zarokên Filîstin diêşîya li ser kuştina zarok û sivîlên Îsraîl jî êşiya.

Çeteyên HAMSê di nava rojekê de her der kirin gola xwînê. Ne gotin ev zaroke, jîn e, ixtiyar e. Bi sedan sivîl kuştin û cendekê wan li kolanan vezîlandin. Gelek jin û zarokên Îsraîl esîr girtin, wek kole di mezatên ur bendekên Ereban de foritin.

Lê dinav van nûçeyên buyerê de, vîdeoyek hebû ku çaxê min ev temaşe kir, dilê min xelîya û laşê min qesem girt. Ez çiqas fikirîm ku peyvekê bibînim û vê waşhşetê bînim ziman, mixabin min tu peyv nedîtin. Tenê ev peyv ji deve min derget;

“Ev ne insanin. Wahşin, hovin…”

Belê ev kesên ku qizika Îsraîlî ya 18 salî tazî kirin û li gel qîjên “Allahu Ekeber” termê wê didanber işkencê, ne mimkine ku meriv ji wanre beje însanin. Ew qîzika ku ji bo pêşdarî festîvala Muzîkê ya Aşîtîyê bibe… Bê suc û bê guneh…

Bê guman piştî misilleme ya îsraîl kuştina sivîl û zarokan nayê qebulkirin û ciyê nalet kirinêye. 

Lê kesê ku di sere wî de biçek aqil û di dile wîde piçek merhemet hebe, gerek van hovên HAMAS nalet bike û zanibe ku ev zihniyet dijminê însaniyetê ye. Bi taybetî Kurd gerek zanibin ku mesebibê qatliama Dersim, Zîlan û şingalê heman zihnîyet e. 

Milletê Kurd ev hezar salin, her bûne hedefa zilm, zor, qatliam û  êrişên bi vî rengî.  Qatliam û êrişa talî ya Şengalê, hêj liber çavê meye. Piştî vê qatliamê min digot îcar ti wahşîtî  ji minre dê xerip newyê û ezê acep mayi nebim. Lê bi rastî ev êrîşa hovên HAMASê em cardin acep mayî hiştin.

Bê guman zihniyeta ku Şingal kir gola xwînê, zaro û zêçên Kurdên Êzidî kuştin, jin û qizên wan esîr kirin û li mazatên Ereban firotin, heman zihnîyete. Ferqa İŞİD û HAMAS tune.

Di navbeyna van herdu qaqtliman de ferqek heye:

Kurdê Şingalê bê xwedî bûn. Lê Îsraîlî ne bêxwedîn e. Xwdîyê wan heye. Dewleta wan heye û erka wanî  tolhildan û parastinê heye. Niha jî tola xwe dihilînin…

Belê, wekî ku li jor me anî ziman; Îsraîl jî li hemberî Filistîniyan êrişên tund bi kar tîne û carcara sivîla dike hedef.

Lê kî çi dibêje bila beje, Îsraîlî ti cara wek Mislimanan hovîtîyên wiha  nekirine û nakin. Êrişa HAMASê ya talî ev cardin da ispat kirin.

Bi dehan zarok, keçik, jin, ixtiyar bi qîjqîjên “Allahu Ekber” kuştin û bi kuştinê jî ne sekinin;  Cendekê wan tazî kirin û laşe wan  li sikak û kolanan gerandin, parçe parçe kirin.

Ligora hiqukê navnetewî ev kiryar terörizm e, suc e, wahşete. Kuştina zarok, pîrek, ixtiyar û sivilan bi destê kîbe bila bibe, nayê qebûl kirin û ciyê rûreşîyê ye, bêqanunî ye, terör e.

HAMAS navê vê hovîtiya xwe kiriye “Tufana Aqsa.” Wateya  vê navlêkirinê vê yekê tîne ziman; Mescîdî Aqsa milkê mislimana ye.

Filîstîni û hemû Misliman iddia dikin ku Kudûs qibla wan a yekem e û Mescidî Aqsa malê wan e. Û her wiha hemû Ereb û bi taybet Filîstînî îdddîa dikin ku Îsraîl ne meşru ye, liser axa wan hatîye damezrandin û gerek werê tüne kirin, tuxmê Yahudîyan werê qelandin.

Yekem ev nêrîn ji însanetîyê dûr e. Li alê din, dîrok û realîta ne wiha dibêje. Dibêje ku ; Yahudî milletekî qedim ê vê coğrafyayê ye. Îro erda ku îsraîl liser hatîye damezrandin, cî û warê bav û kalê wan e. Bi dehan car Tufanên ji Tufana Aqsa dijwartir hatîye ser wan û leqayî jenosîd, zor, zilm û qatlîaman  bûne. Milletekî mazlum e. Bi dehan car,  ji ax û welatê xwe bi darê zorê hatin muhacîr kirin. Bi hezar sala ji ax û welatên xwe dur ketine, liser rûyê Dinyayaê belav bûne, wek muhacir jiyane.

İddia din ya ku Ereb dibêjin;  Kudus û Mescidî Aqsa malê me ye. Ev jî ne raste û bê bingehe.  

Mescîdî Aqsa, Beriya Mislimantîyê, hêj pêxember Muhammed nehatibû Dinyayê, ji terefî Pêxember Süleyman di sala MÖ 957'de hatîye ava kirin. Yanî hêj Xiristîyanî jî tunebû, Mescidî Aqsa hebû û mabeda Yahudîya ya herî pîroz bû. Îro jî wisa ye. Ji bo Mislimana, Mekke û Kabe çiqas pîroz û muqaddes e, ji bo Yahudiya jî Kudûs û Mescîdî Aqsa hewqas  muqaddes e.

Yanî him ligora dîrokê, him jî ligora hiquqê navnetewî Kudus û derdora wê ne malê Mislimana ye û ne malê Xiristîyane ye. Mal û milkê Yahudîya ye.

Ev derdor, berî Mislimantîyê , ji donema Roma û virde di destê Xiristîyanan de bû. Di dema Xelîfe Ömer’de Mislimana Kudûs işgal kir. Piştî İşgala Mislimana û virde, Yahudî ji bo îbadet û ziyaretiya heremê her hatin asteng kirin, zilm û zor dîtin.  Aqsê wê îro Yahudî hakimê heremê ne lê, ticara astengî ji bo ziyaretiya Kudus û herêmê ne kirin.

Eger misliman piçekî empati bikin, xwe têxin şuna Yahudîya û wiha bifikirin; Meke û Kabê ji terefî Yahudîyan werê işgalkirin… Gelo Misliman wê çibikin?

De îcar li van kiryarên Filîstînîyan û Mislimanan, li dîrokê binêrin û biryar bidin  ka kî zalim e? Kî mazlum e?  Filistînî an İsraîl…

Kurdên çep û Îslamîst vê yekê nabînin û derdikevin kolanên Amedê dibêjin “Bijî HAMAS”  û postere berdevkê Tugayên İzzeddin el-Kassam Ebu Ubeyde yê nijadperestê Filîstînî bi surên Amedê ve dalaqandin.

Ev jî balkêşe, di Dinyayê de berî Kurdên dinav HUDA_PARÊ de tukesî xwepêşandinên wiha lidarnexistin û piştgirî nedan HAMASê.

Gelo ev zanin damezranê HAMAS’ê kî ye û jibo Kurda çi fikirye û çi gotîye?

Ez bejim:

Damezranê wê, Şweyh Ahmed İsmaîl Yasîn e. Ev şexs Filîstînî ye û nijad perestekî Ereb e. Di sala 2004an de, ji terefî hêzên Îsrail ve hat kuştin.

Çaxê Sedam dest bi Enfala Berzanîyan kir, ji bo ku Filîstînî herin arîkarîya Sedam fetwa dida. Digot qetla Kurda helal e û wiha didomand;

“Gelî Filîstînîya, ez ser navê xwedê sund dixûm, emê izin nedin ku Îsraîlek duyem ya bi navê Kurdistan werê damezrandin. Lewma elzem e ku em bilez herin aîkarîya birayên xwe yên İraqî. Ji bîrnekin; kuştina yekî Kurd û yekî Yahudî ferq nake. Ha we Kurdek Kuşt ha Yahudîye, hiç ferq nake.”

Li ser vê banga Şêx Ahmed bi hezaran Filîstînî çun hewara Sedam û bi hezaran zarokên Kurda kuştin.

Bê guman, gerek dile her însanê bi ujdan liser kuştina zarok û sivîlên Filîstînîya bi êşe. Lê, ew Kurdên ku li ser Hamas û Filîstînîyan hêstira dibarînin bila zanibin ku Filîstînî evin û ji roja roj de, dijminên Kurdan e û ne liser heqîyê ne.  

Ev yek.

Ya dudu ya; Çaxê zarokên Kurda tên kuştin em van xwedî şaşik û kumikan nabînin. Deng ji wan derneyê.

Ev psikolojî ya bindestîyê ye. Ev tirsonekî ye, xwe tatmin kirin e. “Nikarin kerê, dibezin kurtên”

Rebenno, agir ketiye mala we. Eger hun mêrên, eger hun ligel heq û huquqin fermo, vî agirê nav mala xwe vemrînin. Dure here hawara cîranê xwe…

Siyaset gerek bi zanîyarî û ilmî werê saz kirin. Sîyaset ligora berjewendîyên civakê, ligora şert mercên welat û Dinyayê, ligora hedef û armancên sosoyolojîk, siyasî û aborî tê organîze kirin. Ne bi hîs û ne bi prensîbên îdeolojîk an olî, tê meşandin.

Û peyva talî Netenyahu got;

"Di Rojhilata navîn de xeynî Kurda kî li hemberî me derkeve emê wan biperçikînin."

Bi Kurtasî; Kî wefa ye, ew bav û bira ye.    

 


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu – 4 / Nezîrê CIBO

Fransız İşgaline Karşı Kürt Direnişi ve Beyandur Olayı: Fransızlar Cezireye geldiklerinde Şamar Aşiret reisi Mişel Başo El Erba onları “memnuniyetle karşıladı”. Böylece Fransız desteğini alarak rakibi Tay aşireti ve Kürtlere karşı avantaj elde etti. Şamar liderinin kışkırtmasıyla Fransızlar, Kürtler üzerindeki baskılarını arttırdılar. Birçok Kürt aşiret reisini tutukladılar. Bunların birçoğunu Beyandur köyünde boğazlarına kadar toprağa gömdüler, sonra da aç köpekler saldırtarak hepsini öldürdüler. Suriye Komünist Partisi yayın organ Direseti İştiraki ’de 1985 yılında yayınlanan bir yazıda olayla ilgili şunlar yazılıyordu: “Fransızlar Beyandur köyünün tepesinde bir kışla kurmuşlardı ve Kürt ileri gelenlerini tutuklayıp onları canlı halde boğazlarına kadar toprağa diktiler. Osê isminde (Tilminar köyünden) birini öldürdükten sonra diğerlerini de bu şekilde toprağa dikip üzerlerine aç köpekler saldırtarak öldürttüler, diğer aşiret reisleri kaçtı, tutuklanan bazıları ise sürgün edild

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı - 1/ Nezirê CIBO

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı / Nezirê CIBO Nezîrê CIBO Kürt tarihi; istilacılara, yağmacı ve çapulculara karşı başkaldırılar tarihi olduğu kadar ihanetler ve iç çatışmalar tarihidir de. Kürt özgürlük hareketlerinde de bu ikili at başı gitmiştir. Başlayan her başkaldırı beraberinde ihanetin izlerini de taşımıştır. Büyük ozan Ahmedê Xanî’nin Mem û Zîn ‘indeki büyük aşk ile aşıkların peşini hiç bırakmayan o kötü adam Bekoewan gibi… Kuşkusuz  bu doğal bir diyalektiktir. Özgürlük-kölelik, aydınlık-karanlık, gerçekliğin iki yüzüdür. Biri olmadan öteki olmaz. Ancak onurlu ve insanca bir yaşam için aydınlığın karanlığa, özgürlüğün köleliğe baskın gelmesi de bir zorunluluktur. Kürt insanı bugüne kadar bütün uğraşlarına rağmen aydınlık yüzü görememiş ise, bunu engelleyen birçok nedenin başında bu iç çekişmeler, siyasi çatışmalar, aşiretler arası kavgalar, kan davaları ve ihanetler vardır. Tarihimizin bu dramatik olduğu kadar ders verici sayfaları ne yazık ki yeteri

Turabidin’den Baltık’a

Kürt Toplumunda Aşiretin Önemi