Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Ji bo perwerdehîya zarokan em karin çi bikin?

Zarok, ciwan pêşeroja civakê ne. Serveta însan ya herî mezin ewin. Ev rastîyeke sosyolojîk û ilmî ye. Lema perwerdehîya wan di her civakê de meseleyekî esasî û girîng tê dîtin û liser tê sekinandin; mijar her di rojeva pedagog, perwerdekar, rewşenbîr û berpirsyarên dewletande ye. Ji bo pêşketin û serkeftina perwerdehîyek rast û pak, her li ser dixebitin û serê xwe têşînin. Ji bo civaka Kurdên Bakur ev mesele dubare  muhîm û girîng e. Çimkî li Tirkiyeyê îmkana zarokên Kurda ya ku bi zimanê zikmakî perwerde bibin tune û asîmilasyonek har  û bê sînor tê bikaranîn. Lewma di vê babetê de rewşenbîr, siyasetmedar û hemû welatparêzên Kurd gerek dubare serê xwe biêşînin û liser vê mijarê bisekinin; Ka em di van şart û mercan de karin çi bikin? Ji bo tesîra asîmilasyonê kêm bibe an ji holê rabe, em karin çi bikin? Bê guman, halê hazir, di van şartên bêdewletbûnê de ji holê rakirina asîmilasyonê ne mumkûn e, lê jibo sistkirin û kêm kirina wê tiştên ku em karibin bikin hene. Ligora dîtina min; Pêş

AX FELEKA XAYİN… MALA TE HEZAR CARÎ XERBE

  Erê, felekê, feleka xaiğn... te kekê Abdrrahman Demir jî ji nav me bir. Mala te xerabe… Îro serê sibehê ji Mersinê rêzdar, kak Celal Temel bi telefonê xebera wefata Abdurrahamnê delal da min. Piştî van rojên kambax ên erdhêjê ku bi hazaran insanên me ketin bin erdê û malwêran bûn, vê xebera dilpêt, dinya bêtir li ber çavê min sarkir. Ez her dibêjim û bawer dikim; Kurd ji zindîya bêtir hez ji mirîyên xwe dikin. Çaxê mezin, dost, heval an xizmên wan saxin qiymetê wan nizanin. Lê piştî ku ji vê dinyayê goç dikin, dest bi ax û fîganan dikin û li pey wan dest bi methiya dikin. Pesnê wan dikin, qala qencîya wan dikin. Li pey kek Abdurrahman jî heman pesndan, ax û fîgan dibarin. Lê birastî kekê Abdurrahman van pesndanan zêde zêde heq dike. Kekê Abdurrahman, kedkar û dilsozê doza welat bû. Endamê DDK0, Rizgarî-Komal bû. Ew   merivekî nefsbiçuk, mutevazî, maqul û fedekar bû. Ew xwe ş mêr û camêr bû. Heya roja talî sere xwe bi derd û kulên welat ê şand. Ew demek dirêj bû ku bi ê

Ji BÎRANÎNÊN MAMOSTE BEŞİKÇİ/ 3

  Demircîoglu, di hepsa Ulucanlar de ye. Ji fraksiyon a MLKP ye. Ji Çewlikê (Bingolê) ye. Kurd e. Lê wek prensîp tucarî xwe wek Kurd nahesîbîne, bi kurdî napeyve û hertim dibêje "em şoreşgerin, em enternasyonalîstin. Milliyeta me tune." Sal 1996 e. Li girdîgehê grêva birçîbunê destpê dike. Huseyîn jî beşdarî grevê dibe. 67 roja dimîne û talî wefat dike. Berî wefatê, çaxê dikeve ber sikrata û liber mirinê ye, Kurdîtî ya wî tê bîra wî û heya canê xwe dide bi Kurdî dipeyîve û yek livza Tirkî ji devê wî dernayê... Gelo ji xeynî meriv bêje, rehma xwedê lê be, kare çi bêje?

Ji Biranînên Mamoste Beşikçî -2

welatparêzî ye. Kesê ku ji ax, xweza û dîroka xwe hez neke û di vê mijarêde nexwedî hişmendî be, ew nabe welatparêz. Dîtin û baweriya min ev e. Dinav bîranînên Mamoste Beşikçide leqay anektodekê bûm ku ji vê helwest û dîtinêre wek mînakek piştgir çêbû. Ez bawerim çaxê hun bixwînin hunê heq bidin min. Mamoste Beşikçî, di bîrnaînên xwede bahsa Antropologekî Amerîkî dike. Ev antropolog, emekliye. Rewşa wî ya aborî pir baş e. Ji xwere li Dinyayê diğere û seyhat dike. Di van geren xwede yekem leqayî Kurda dibe û wan nasdike. Rewşa wan ya dîrokî, sîyasî, aborî ji nêzîkayî fêr dibe û eleqadar dibe. Dibêje ez dixwazim ji wanre xizmet bikim û feydeke min bigheje vî milletê mazlum. Her wiha divê çarçovê de bi mamostere sohbet dike. Di sohbeta xwede, Kurda û qabîleyeke Afrîkî muqayese dike û serbihatîyek xweyî balkêş têne ziman û wiha dibêje: “Çaxê li Afrîka bûm, rojekê ez û reîsê qabîleyekê liber çadira wî runiştbûn, me sohbet dikir. Nêzikî çadirê hinek dar hebûn. Beriya niha min darên bi

Jİ BÎRANÎNÊN MAMOSTE BEŞİKÇİ - 1

Heya niha min gelek pirtûkên mamoste xwendibûn. Hemû pirtûkên wî di derheqa pirsgirêk, sosoyolojî, dîrok û siyaseta coğrafya Kurdistanê de ye. Bê guman Mamosta jiber vê xebat û lepta xwe bedelekî giran daye. Jiyanek pir zor û zehmet derbas kiriye; 17 salan di hepsan de maye, işkence û eziyetên hovana dîtiye. Ji alê kar û barê aborî pir astengî kişandîye, ji kariyera meslekî mahrum maye. Lê heya îro li ser vê jiyana wî ya zor û zehmet ne wî û ne xeyrî wî tiştek nehatiye nivîsandin. Bi ya min ev kêmasî û valahiyek bû. Çimkî em rehetî karin bêjin ku pêvajoya jiyana Mamoste merheleyek ji dîroka Kurda ya nêzîk e. Lewma pêwîstî heye ku ev valahî werê dagirtin.    Her çiqas heya niha ev valahî bi têrahî nehatibe dagirtin jî, divan rojên talîde, hinek xebatên hêja çêdibin. Yek ji van xebata Birêz İbrahim Gurbuz e. Kek İbrahim ev demeke dirêje liser biyografya ya Mamoste dixebite û di demek nêzîkde dê werê ber çapê. li gora dîtina min pirtûka mamosta ya bi navê ANILAR jî di vê mijarêde gavek er

PERWERDEHÎ LI MAL DESTPÊDIKE / Nezirê Cibo

  Li Tirkiyeyê dibistan vebûn û perwerdehiya sereke û ya navîn destpêkir. Îmkana zarokên KURDA ya ku bi tevahî bi zimanê zikmakî perwerde bin tune. Di vê rewşê de em karin çi bikin? Ligora dîtina min; Pêşî em karin, dinav malbatê de bi zarokên xwere bi Kurdî biaxivin û nehilên ku zimanê xwe jibîr bikin. Em karin zarokên xwe wek Kurd mezin bikin û jiyanek Kurdewarî ji wanre amade bikin. Em karin di dibistanande Kurdî wek dersa bijarte hilbijêrin. Em karin wan wek însanekî baş, waletparêz, xwedî wijdan, xwedî terbîye û xwedî merhemet perwerde bikin. Û em karin van şîretan ji wan kêm nekin: — Hin însan kinin, hin dirêjin, hin şîşmanin, hin jî zeîfin. Ev normal e û gerek henekên xwe bi van taybetîyên însanan nekin. — Hin însan feqirin, îmkanên wan tune ku cil û bergên nûjen li xwekin. Lê xeyal û xwestekên wan jî hene... — Gerek hey ji van taybetîyên însanan hebin û xwedî rêz bin.

Mülteci Yaşamlar / İsmail Beşikçi

''Çoğu 20’li yaşlarda birer genç olarak gittikleri diyarlarda kök saldılar. Evlendiler. Çoluk-çocuğa karıştılar. Yerleştikleri devletlerden vatandaşlık hakkı aldılar. Yıllar geçti. Yaşlandılar. Saçları döküldü, ak-pak oldu. Yeni hayatlar kurdular, yeni kimlikler edindiler. Ne var ki gerçek anlamda ne Avrupalı ne Türk ne Kürd oldular. Kitapta sayıları binleri bulan bu ‘mülteci’lerin sadece birkaçının yaşam macerasını bulacaksınız'' Makaleyi Paylaş Bu yazıda Nezirê Cibo’nun Mülteci Yaşamlar kitabıyla ilgili düşüncelerimi açıklamaya çalışacağım. Mülteci Yaşamlar, Liman Yayınları, Temmuz 2022, Ankara, XV+ 249 s. Kitabın VII-XV sahifeleri arasına yer alan Önsöz’ün çok değerli bir metin olduğu kanısındayım. Bu metin 12 Eylül Rejimi’nden önceki Kürd gençliğinin, devrim, demokrasi, enternasyonalizm, Kürd, Kürdçe, Kürdistan konusundaki duygularını, düşüncelerini algılarını açık bir şekilde göstermektedir. Bu süreçte araştırmacı-yazar Nezirê Cibo özeleştirisini de açıklamaktadır.