Ana içeriğe atla

Kayıtlar

ZİNDÎ KUJ

  Beriya niha min gotarek bi sernivîsa “Kurd hez ji Mîrîya Dıkın” nivîsand bû. Hevalê hêja Seyda Goyan peyveke xweş û dicîde pêşnîyar kir. Lewma min di sernivîsa vê gotarê de ev peyv bikar anî; Zindîkuj. Dubare Dikim, Kurd Hez ji Mirîyan Dikin. Çaxê ez dibêm Kurd ji mirîyan hezdikin, hin dost û heval dilê xwe digrin. Lê ez dîse dibêjim û bawer dikim; Kurd mirîhezin. An jî wek Seyda Goyan anîye ziman; zindîkujin, mirîperestin. Ji zindiyên xwe heznakin. Lê çaxê hêjayên wan dimirin, ji nûde li ber dilê wan şêrîn dibin, meth, pesindanan û hêstiran dibarênin. Tê bîra we beriya niha bi çendekî gotin; Mehdî Zana wefat kirîye û bi hezaran mesajên sersaxîyê hat belav kirin. Lê bêguman derew derket. Dîse berî niha bi demekê nûçeya wefata Rêzdar Ziya Avci hat belav kirin. Ew jî derew derket. Nûçeyek bêbingeh di derheqa hunermendê hêja Beyto Can de hatibû belavkirin. Hêj sax bû, gotin wefatkirîye. Mixabin piştî vê nûçeyê bidemekê çû rehmetî. Hinek camêr di medya civakî de îş û karên wan mesajên se
En son yayınlar

ANA DİL VE EĞİTİMİ

  Sözlüklerde dil, insanların düşünce ve duygularını bildirmek için kelimelerle veya işaretlerle yaptıkları anlaşma, lisan, zeban olarak tanımlanır. Diğer bir ifadeyle dil, insanların anlaşmasını, iletişim kurmasını, düşünce ve duygularını birbirine aktarmasını sağlayan bir araçtır. Maddi manevi ortamı algılama, hayallerinin, ilişkilerinin belirleyicisi, iletişimin olmazsa olmazıdır. Kendini anlamanın, anlatmanın ve öteki insanı anlayabilmenin temel yoludur. Tarihte insanların kelime ve cümle kuramadıkları, konuşma etkinliğinin gelişmediği dönemler olmuştur. O zamanlar insanlar çeşitli işaret ve sesler aracılığıyla anlaşıyorlardı. Zaman geçtikçe ses ve işaretler anlamlı hece ve kelimelere, kelimeler cümlelere dönüşür. Böylece insanlığın daha önce sahip olamadığı, dilsel etkinlik olan konuşma yeteneği gelişti. Bu anlamda insanlık tarihinin en önemli keşfi diye bileceğimiz dil, toplum ve toplulukların oluşmasında, bilimin ilerlemesinde ve günümüz uygarlıkların oluşumunda önemli bir öğe o

Bi GALGALÊ MERiV NAGiHE ENCAMÊ

Tirka heye; "Lafla gemî yurumez" Yanî meriv bi galgala zêde nagihê armanca xwe. An jî wekî Kurd dibêjin; "Bi gotinê bizin nayê dotin." 15. Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Her sal di vê rojê de her Kurd, partî û saziyên wan mesaj ên pîrozbahîyê di weşînin, çalekîyan çêdikin.  Bê guman pirozkirin û çalekîyên wiha başin, nexerabin. Lê ku di encama van çalekîyande tiştekî somut, biryarên ciddi û berhemdar newên holê, ti wateya van çalekî û daxuyaniyên pîrozbahîyê tune.  Bi rastî di her qada jiyanê de wiha ye; Ya muhîm ne gotin e. Encam e,  pratîk e. Eger di encaamê de berhemek te tunebe, siba heya êvaran bipeyîve, ti wateya wê tune, tukes hesabê te nake.  Bi kurtasî, zikê civaka me ji peyvên virt û vala têr e. Pir îtibar nade kesên ku kar nakin lê her galgal dikin, rexne dikin...  Çimkî îcar em zanin ku bi galgalê meriv nagihê encamê. Peyvên wan valane û bê encamin. De îcar li vî camêrî binêrin;  Ramazan  Şimşek. Ramazan ne siyasetvan e. Li Diyarbekir esnaf e. Kafeya wî

KEKÊ MEDENİ, BÊ TE TAMA BETLÎSÊ NEMA…

  Belê, Kekê Medenî Avci jî konê xwe jinav kona barkır. Ezê pir berîya te bikim keko… Pir   Bi rastî ji bo min ti tama Betlîsê nema û liber çavên min reş bû.   Ev nivîsa li jêr di derheqa kek Medenî de beriya niha, hêj saxbû di sala 2014’ande hatibû nivîsandin û di pirtûka min ya bi navê “Mülteci Yaşamlar” de cî girtibû. Ezê hinekî bi were parve bikim.   Daha öncede dile getirmiştim; Dost ve arkadaşlarımın, yakınlarımın ardından yazmayı pek sevmem. İnsanlar hayattayken birbirine değer vermeli. Öldükten sonra ah vahların hiçbir kıymeti harbiyesi yoktur. Ölünün ardından yazılanlar, söylenen sözler bana hep günah çıkartma izlenimi verir. Yanlış doğru bilmem ama oldum olası bu tür söylem ve yazılanlara böyle yaklaştım. Bu nedenle değer verdiğim dost ve yakınlarım daha sağken haklarında söylenmesi gereken bir şeyler varsa (ki her zaman söylenecek bir şeyler vardır) yazmaya gayret ederim. Nitekim, “Mülteci Yaşamlar” İsimli çalışmamam bu muhtevada bir çalışmadır. Henüz hayatta olan birçok dos

ÇÎROKA MEMİŞ

  Pêkenok meriv ne tenê dikenînin. Heman demê aqil û hişên meriv jî di şixulînin û didin fikirandin. Şert û mercên demên siyasî, civakî tînin ber çav. Her wiha meriv kare qiyas û muqayese bike, mînak û ders bigre. Ev pêkenîna jêr li ser dema Padîşahî yê, dinav civaka Tirkan de hatiye gotin. Lê çaxê meriv dinêre rewş û helwesta siyasîyên wê demê û ên îro wek hevin. Ti ferq û cudatî tune ye. Îş û karê rêvebir û serokan şelihandin a gel e.... Her wiha ez bi vê pêkenokê him kenîyam him jî fikirîm. Hêvîdarim hun jî bi kenin û bifikirin. Dibên di wextê padîşahên Osmanîyan de wek îro aboriya dewletê pir xeter bûye. Xezîna vala bûye. Padîşah wezîrên xwe dide hev û dibêje; "Divê em çareyekê bibînin. Xezîna me valaye. Pere lazimin"  Wezîrên wî difikirin ku çareyekê bibînin lê çiqas dipunijin jî ti çarê nabînin. Talî wezîrekî îxtiyar û bi tecrûbe(!) dibêje; "Mizgînîya min li we, min çare dît. Divê em bacên (vergî) nû derxin. Padîşah dibê "Ma tiştik maye ku me vergî nedanîye se

WELAT Bi ÇÊKiRiNA AVAHÎYÊN BiLiND PÊŞVENAÇÊ

Berî niha bi çend roja li Kurdistana Başûr, li bajarê Duhokê, Zaxo û peytexta heremê li Erbîlê  baranek zêde hat û bû sedema pêl û lehîyê.  Cejna newrozê ket navberê û ev malwêranî da jibîrkirin. Lê gerek newê jibîrkirin û liser sebeb û çareserîyan, pêşî berpirsyar û rêvebirin heremê bisekinin û bifikirin. Di encama vê lehîyê de zerereke mezin pêk hat.  Bi taybetî li parêzgeh û navenda bajarê Duhokê bi dehan xanî wêran bûn, gelek rê hatine girtin, bendavên biçûk têk çûn, zararên gîyanî jî çêbûn.  Ez sersaxî û derbasî dixwazim û hêvîdikim careke din malwêranîyek wiha neqewime. Lê mixabin bûyerên wiha  bi hêvî û dilxwazîyan nasekinin. Jibona felaketên wiha neqewimin di warê bajarsazî, hawîrparêzî û bicehbunê de tedbîr û hişmendîyeke  serrast û modern lazim e.  Zanîyarên ekolojî û xwezaparêzîyê dibêjin;  Ger tu li xwezayê xweyî derneyê û zererê bidîyê, ew jî wê xwe biparêze, tola xwe hilîne û zererê bide te. Ev qanûna xwezayê ye.  Her wek tê zanîn bûyerên wiha li Tirkî jî di qewimin. Çaxê

Jİ BO PÊŞKETİNA ZİMAN Û PERWERDEHÎYA ZAROKAN EM KARİN Çİ BİKİM?

Îro 21 ê Sibatê ye. Roja Zimanê Zikmakî Ya Cîhanê ye. Hersal bi sebûneta vê rojê çalekîyên pîrozahîyê tên lidarxistin. Sazîyên ziman,partî ô rêxistinên sivîl beyanatan didin, konferans,panel û semîneran çêdikin. Her wiha vê rojê dinav Kurdan de ziman û girîngahîya wî dikeve rojevê û ev pirs tê bilêvkirin: Ji bo zimanê Kurdî winda nebe û pêşve bikeve em karin çibikin? Ji bona tesîra asîmîlasyonê werê şikandin em çibikin? Li Tirkiyeyê îmkana zarokên Kurda ya ku bi tevahî bi zimanê zikmakî perwerde bibin tune. Îmkanekî fermî tune. Bi her awayî dibin zixt û zordarîya asîmilasyonê de ye. Di van şert û mercan de em karin çi bikin? Ligora dîtina min; Pêşî em wek dê û bav, karin xwe perwerde bikin. Pirtûk hez û pirtûk xwende bibin. Alfaba Kurdî fêr bibin û bikar bînin. Çimkî h eft mixabin piraniya dê û bavan alfaba Kurdî nizanin. Gelek kesên rewşenbîr, siyasetmendar çaxê bi Kurdî dinivîsin alfaba Tirkî bi kar tînin.     Em karin bi her ewayî ji zarokên xwere bibin mînak, bibin rol-modelek