Ana içeriğe atla

HEVPEYVİN BI SİNANN ÇİFT YÜREKRE

N.C- Brêz Sinan, jı kerema xwe hun karın xwe bıdın naskırın jı xwendevanên netkurdêra?
     
Bersîv-1- Ez di sala 1952an de li gundê Karbaxê ku girêdayî Siwêregê ye hatimê dinyayê. Di salên 1960î de ez bûm xwediyê fikrên netewî, di salên 1970yî de jî nasnameya min a komunîst xwe eşkere kir. Heta îro min wek komunîstekî Kurdistanî bi rêxistinî di nav tekoşînê de ciyê xwe girtiye. Îro jî bi nasnameya xwe ya komunîstî re lihev im û di nava têkoşîna bi rêxistin de me. Tevlî rêhevalên xwe, em li Kurdistanê tekoşîna tevgera komunîst geş dikin.

Berî ku ez dest bi bersîvan bikim, dixwazim tiştekî bibêjim: Di daxwazê de, we binî gotinên xwe xêz kiribûn ku wê hevpeyvin gelek kurt be lê 12 pirs gelek dirêj e! Îcar, pêşiyê  pirsên duyemîn û heştemîn jî di nav de her pirsek bi kêmanî ji du pirsan pêk tên!

NC-Brêz Sinan, Hun   dınav GX( Gruba Xebatê) de bı rengê sosyalist/kominist xuyandıkın. Beri ku ez bıpırsım ku GX çiye ne çiye, an mesela Kurd çiye ne çiye,  ez dıxwezım   bı pırsim; meselên/pırsgırêkên sosyalistan çine? Her weki ku hun baş dızanın sistema sosylist felişi û iro dı siyaseta cihanê û coxrafye me da navê sosyalizmê nayê xwendın. Jı kerema xwe bı kurtasi hun karın bejın çıma, çıma sistema sosyalist hat vê merhalê ? Gelo, ma sosyalizm  xewneki şêrin bu û xelasbu?

Bersîv-2- Ji bo civîneke siyasî ya hevgirtî bê afirandin ji berê de di pêşiya tevgera demokratîk a neteweyî ya Bakurê Kurdistanê de erkeke dijwar hebû, îro jî ev erk heye. Ji qesta me ya vîna yekgirtî; eniyeke neteweyî an kongreke neteweyî ye. Koma Xebatê ya Demokratîk a Neteweyî ya Kurd (KXDNK) gaveke pêşîn e ku di vî warî de hatiye avêtin. Wek erkekê li pêşiya me disekine ku em vê gava pêşîn, mezin bikin û bigihîjînin eniyeke neteweyî an kongreke neteweyî. Di vê derê de pirsgirêka bingehîn ev e ku meriv bikaribe ya biçûk mezintir bike. KXDNK dixwaze hemû hêzên neteweyî; welatparêz, demokrat û komunîstên Bakurê Kurdistanê di bin sîwana neteweyî de bîne cem hev. Ji ceribandinên yekbûyinbûnên berê cûdatir, ne ji jor de, ket nav lêgerînên jê jêr de û xwest perçînên yekîtiyê bi wî awayî bihone. Bi taybetî di 9 civînên ku heta aniha hatine kirin de, xwest bingeha fikrên ku ji jêrde hatine pêşniyarkirin û pêşde hatine birin ku ew di heqê rêbaz û bernameya rêxistina yekgirtî(modela rêxistinê) de bûn. Ez di wê baweriyê de me ku em di rêya vê armanca xwe de gelek pêşketin. Em MESOPî naparêzin ku KXDNK bibe partiyeke hevbeş. Lê dostên me yên ku li derveyî me û di nav KXDNK de cî digrin, dikarin bi hev re partiyekê li dar xin. Em ê vê pêşveçûnê bi erênî binirxînin û wê armanca me ew be ku em bikaribin bi wan re vîneke yekgirtî li dar xin. Em wek MESOPî di wê baweriyê de ne ku gava tevgerên polîtîk ên li Kurdistanê: lîberal, demokrat, demokratên neteweyî, îslama siyasî û komunîst bikaribin rêxistin û partiyên xwe li dar xin wê baştir û rasttir be. Gava siyaset bi wî awayî bi xetên zelal ji hev biqete, em ê bikaribin wek bingeheke siyasî di xeta azadiya milet de durustir bi hev re bimeşin.

Pirsgirêka Kurd; wek ku di reşnivîsa bernameya KXDNK de jî diyar bûye, pirsgirêkeke neteweyî û welatî ye. Çareserî jî yekayek bi mafa tayînkirina qedera xwe ve girêdayî ye. Sazûmana sosyalîst çima rûxiya? Ji ber tengbûna ciyê vê hevpeyvînê ez nikarim têkevim nav bersîvên wê. Lê min li ser vê meseleyê kitêb û gotaran nivîsiye. Bi taybetî jî di kitêba min a bi navê " Sînorên Tarîxî Fîzîkî yên Kapîtalîzmê-Kapitalizmin Tarihsel Fiziksel Sınırları” de bi hûrbînî li ser sekinîm.

Sosyalîzm ne xewneke şêrîn bû û neqediya. Tê gotin ku “ Komunîzm xeletiyeke dîrokê bû û bi rûxandina rejîmên sosyalîst re, ev xeletî hat sererastkirin.”  Ev doz, dozeke nezaniyê ye û vala ye herwisa di nav xwe de propagandeyeke xapandar jî diparêze. Vaciyê wê, xapandina dîrokê an xeletiya însaniyetê ya mezin ew bû ku însan ji civata komunal a pêşîn derbasî mulkiyeta taybetî û sazûmana li ser çînan hatibû avakirin bûn. Wê însaniyet zû-dereng vê xeletiya xwe ji kokê de sererast bike. Gumana min jê tune ye! Wê karker, gelên kedkar û bi tevayî hemû însaniyet sedsala 21an bikin sedsala ku ji kapîtalîzmê û meriv hîna bi tevayî bibêje ji şaristaniya sanayî yê hesabê dawî bipirsin. Dane nîşan didin û her roj xurtir dibin ku wê ev hesabpirsîn ji rojên ku însan li bendêne zûtir bibe.


NC-Brez Sinan,  van roja di nav siyasetmederê kurdên Bakur de “Federasyon” an “Serxwebûn” tê munaqeşekirin. Ez dixwazim di vê derhaqê de ditinên we ji bipirsim?



Bersîv-3  Em komunîst, ji ber egerên siyasî, civatî û aborî ku ji yekê zêdetir in, ne serxwebûnê, federasyonê diparêzin. Ne aniha em vêya ji salên 1970yî û virde diparêzin.



Bersîv-4  Meseleya neteweyî di bingeha xwe de meseleyeke burjuva demokratîk e. Û bêyî çareserkirinên demdemî li her welatî meseleya neteweyî di bingeha çînî de çareser bûye. Her meseleya neteweyî ya ku hat çareserkirin bi pêşengiya çînekê eşkerekirî an çînan bi ser ket. Naveroka xwe jî ji armanca çîn an tebeqeyên di nav çînan de yên pêşkêşiyê dikirin re stend. Hewce nîn e ku meriv zêde bi dûr an paşde biçe. Li Kurdistana Başûr meseleya neteweyî di bingeha çînî de hat çaresekirin an tê çareserkirin. Çimkî desthilatdariya heyî ya li Başûr û rejima ku tê sazkirin; desthilatdariya çînên desthilat û burjuvaziya kurd temsîl dike. Do li Hindistan û Cezayir, di tarîxa nêz de li Başûrê Afrîka û Filistîn ûwd de meseleyên neteweyî di bingeheke çînî de, bi desthilatdariya desthilatdaran çareser bûn. Li Vîetnam û wê wek wê de jî meseleya neteweyî dîsa di bingeheke çînî de çareser bûn lê bi desthilatdariya karker û gelên kedkar bi dawî bû. Em wek MESOP, di meseleya neteweyî de armanca me çareserkirineke çînî ye. Helbet daxwaza sereke ya karker, gundiyên kedkar û esnafên Kurdîstanê meseleya neteweyî ye. Wek her çînî, çînên bindest û keda wan tê xwarin jî gava meseleya neteweyî ya sereke çareser bikin wê gorayî armanc û daxwazên xwe çareser bikin. Stratejiya me komunîstan ew e ku em ê meseleya neteweyî ya sereke di bingeheke çînî de çareser bikin. Bingeha me ya hevbeş a ji bo hêzên ji derveyî me yên demokrat ên neteweyî; bi awayekî burjuva demokrat çareserkirina meseleya neteweyî ye. Armanca KXDNKê ev e. Lewre KXDNK çiqas karibe temsîlkarên çîn û tebeqeyên Kurdîstanî di bingeheke netewî de li hev bicivîne wê ewqas biserkeve. Lê di van rêxistinên wek eniyan de ku yekitiya hêzên siyasî yên çînên li hember hev diparêzên de, di demeke nêz an dûr de, ev hêzên li hember hev, bi hev dikevin. Em ê jî vêya bijîn.


NC-Her weki hun zanın mexsada vê hevpeyivînê bi giranî, yekîtiya kurdan û di vê çerçevê de proja Grûba Xabata Kurd a Neteweyi û Demokratik e.Şaxsêmın hebun û xebate weyi dı vê merhalê da pır bı rûmet û hêja  dıbinim.  Bi kurtasi ez bipirsim; GXKND çi ye ne çi ye? Grûp çawa û çima ava bû? Armanca wê çi ye? Nuha rewşa wê çi ye?



Bersîv-5- Min bersîva vê pirsê di pirsa duyemîn de dabû. Ez dikarim vana lê zêde bikim: Fikrê li dar xistina vîneke siyasî ya yekgirtî wek eniyeke an kongreyeke neteweyî  ne yê min e. Ev vîneke hevbeş a  4. civîna tevayî ya MESOPê ye. Nûnerên MESOPê yên di nav KXDNKê de gorayî vê biryarê tevdigerin. Armanca me ya bingehîn ew e ku yekitî mayînde be. KXDNKê cara pêşîn, di civîna sala 2005 a 4ê Îlonê ya Enqereyê de wek berhemeke hewcedariyê şax da. Bi 2. civîna tevayî ya 17-18ê Kanûnê ya li Amedê jî mezin bû. Û di 3. civîna tevayî ku wê nêz de pêk were de, bi erêkirina rêbaz û bernameyê wê li ser xwe biedile. Bêguman ev ne şiklê dawî ye. Divê nebe jî. Çimkî li derveyî me, li pêşiya tevan jî DTP û gelek hêzên demokrat ên neteweyî hene.


NC-Beriya nuha min ji birez Sabahattîn Korkmaz u brez Brahim Guçlu, brêz Fuat Önen û brez Sıdkı Zilan  jî pirsîbû. Ez dixwazim ji we jî bipirsim; Gelo heta nuha pêknehatina yekitiya neteweyi nayê wê maneyê ku miletê kurd hé nebûye neteweyek nûjen, têgihiştin û karekterê neteweyi nestandiye? Ji ber ko di nav me kurda de hêji têgihên grûpi û eşiri di ser berjewendiyên neteweyi de têne girtin. İnsanên me qasi ku bi şef, serok, eşir, terikat an grûba xwe ve grêdahi ye û wan diparêze, menfaetên neteweyi hewqas naparêze. Dikare ji bo eşir, grûp, şef, serokê xwe her fedekariyê bike, belê ji bo miletê xwe wan fedekariya nake. Ev ji dibe sedem ku yekitiya neteweyi pêknayê. Nizan im ez xelet im? Gelo hûn çi difikirin?




Bersîv-6- Li vê derê ji pirsê zêdetir, şîrove û analîzên sosyolojîk hatine kirin. Paşê jî hatiye gotin, ji ber van sedeman e ku gavên yekîtiya neteweyî nayên avêtin. Paşê jî li ser ev şîrove û analîzan fikrê min hatiye pirsîn. Ji ber ku ez tevlî ev şîrove û analîzan nabim, beyankirina fikrê min jî ne rast e. Ez di wê baweriyê de me ku eger heta îro li Kurdistanê gavên yekitiyê nehatibe avêtin, sebeb ne ew tişt in ku di van şîrove û analîzan de hatiye gotin.


NC-Wek ku ez dı zanım haya iro gelek caran hızb û siyasetmendarén Kurdén
Bakûr hatıne ba hev û dûvdıréj nebé ji ‘yekiti’ sazkırın e. Lé bélé tu cari hızb û grûbén İslami dı nav van yekitiyan de cih nedigirtin. Lé iro dı nav GXKND de ev kes û grûbén İslami ji cih gırtın e. Bı rasti ez pır û pır gıring dibinım. Lı ba mın ev siyaseteke héja u Kurdistani ye. Dı vé derhaqé de tu çı dı béji? Ferqa proja GX û tecrûbeyên berê çı ne?



Bersîv-7- Di heqê cîgirtina komên îslamî di nav KXDNKê de ez dikarim vana bibêjim:

Yek; Di nav tevgera îslamî de, di salên dawî de pêşketina damareke kurdî heye. Ango hatiye famkirin ku li ser navê biratiya umetê êdî tu kes nikare şovenîzma neteweya serdest biparêze. Ev tiştekî erênî ye û ez di wê baweriyê de me ku wê di rojên pêşiya me de her biçe zelaltir bibe.

Du; tevgera neteweyî ya Kurd, îro ji do zêdetir fireh difikire, ev rewş jî berhema wê ye. KXDNK, ji ceribandinên yekîtiyên berê dersan derdixe û şopeke cihê dimeşîne. Ez li jor, li ser cûdatiyên wê sekinîbûm.

NC-Di nava van salên taliyê de, gelek tişt hatin guhartin. Şart û şurutê dinyayê û Roj Hılata Navin ser û bino bun”( Saddam çu. DYA ket Irakê. Kurdên başur azatbun…)  Duho gelek sosyalistên  Kurd ku bı awaz dıkotın “Bımri DYD” iro dıbêjın” Biji DYD”  Gelo li gora we, ev guhartin bi çi awayi tesîr li siyaseta kurda dike? kurd li ku dera van guhartina ne? Bi kurtasi, hun karîn bêjîn ku; kî daxwaziya çi dike? Daxwaza devleta tirk çi ye û kîjan ‘kartan’ dilîze? Di vê rewşê de ciyê kurda ku der e? An jî siyaseta kurd divê bi çi awayî were sazkirin? Gelo, GX di vê pêvajoyê de kare çi bike?

Bersîv-8- Dîsa di nav pirsê de pirs li dû hev rêz bûne. Min kitêbek bi navê “ Stratejiya Emperyalîzmê ya li Avrasya, Rojhilata Navîn û Kurdistanê-Emperyalizmin Avrasya Sıtratejisi ,OrtaDoğu Ve Kürdistan” nivîsandibû û ancax min dikaribû bersîva hemû pirsan bidim. Pirr bi kurtayî ez dikarim li vê derê van tiştan bibêjim:

Yek; dost û dijminên emperyalîzmê bi taybetî jî yê emperyalîzma Emerîkayê tune ne, berjewendiyên wê hene. Dost û dijminên wê gorayî berjewendiyên wê her tim diguherin. DYE îro ji bo berjewendiyên xwe dibe ku bi kurdan re be, lê sibê dikare hêl biguhere. Divê tevgera neteweyî ya Kurd gorayî ev hişmendiyê tevbigere.

Du; DYE yê ne ji bo azadiya xelkên Kurd û Ereb ji bo berjewendiyên xwe yên emperyalîst Iraqê dagir kir. Piştî rûxandina rejima Seddam rewşeke nû çêbû, ji ber ku tevgra neteweyî ya Kurd a Başûr hinek amade bû di warê dewleteke federal de gav avêtin.

Sê; MESOP piştgiriya dewleta Federe ya Kurd a ku li Başûrê Kurdistanê hatiye damezrandin dike, lê tevlî dîtin, rexne û pêşniyazên xwe. Rexneyên me yên sereke ev in ku, di serî de di qada maliye û parastinê û di qadên din de hîna jî navendên netewî nehatine saz kirin. Pêşniyaza me ew e ku; ji bo bikaribe serbixwe, li ser lingê xwe bisekine, divê di her qadê de navendên neteweyî bên saz kirin. Ev tişt pirr grîng e, YDE her diçe him di siyaseta heremî de, him jî di siyaseta dinyayê de dibe mînaka: “Kî guh dide qeymeqamê Yalovayê.” BOP dirûxe. Bêçaretiya stratejiya Avrasyeyê her diçe kûr dibe.

Çar; em komunîstên Bakurê Kurdistanê; do me çawa ji emperyalîzmê nefret dikir û wê red dikir, îro jî em ji wê nefret dikin û red dikin. Em di nav tevgera neteweyî ya Kurd û bi taybetî jî di nav tevgera neteweyî ya Bakurî de heyranbûna Emerîkayê, ji bo rojên pêş ên xelkê xwe wek xetereyekê dibînin.

NC-Brêz Sinan, dîsa her wek ku hun jî zanîn, di van rojên nêzik de şerê gerîlayên PKKê û devletê geşbû. Lê piştî, tevger û diplomasiya di nav DYA, dewleta tirk û Iraq/İdara Kudistanê de PKKê yekalî agirbest îlankir. Gelo di vê derhaqê da tu çi difikîri? Beriya nuha jî PKKê gelek caran gavên wiha avêtibûn, belê tu encam jê derneketibû. Gelo ev agirbesta talî tê çi manê û ferqa xwe ji yên berê heye an na? Ji nuha û pêda tu rewşa siyaseta kurd a çawa dibini?

Bersîv-9- Me hîna fam nekiriye ku di van salên dawîn de PKKê çima çekan bi kar aniye û çima dev ji çekan berdaye. Ez di wê baweriyê de me ku wan bi xwe jî tiştek fam nekiriye.

NC- Gelo ev rewşa nuh dê tesîreka çewa li ser projeya GX bike û bi PKKê an konsepta wê re ji hevdîtin, temas an masajên yekîtî û hevkariyê mumkun e pêkbên?

Bersîv-10- Divê KXDNK ji dêvla ku hinekê dinan rexne bike, pêşiyê bi israr xwe tarîf bike. Divê ew bi xwe çiye, ji bo xelkê Kurd çi dixwaze eşkere raxe ber çavan. Ez di wê baweriyê de me ku di reşnivîsa rêbaz û bernameyê de ev zelalî heye. Eger bi zelalî xwe tarîf bike û li ser vê biryarê bimeşe, ez bawer dikim nêz an dereng wê tesîreke erênî li ser DTPyê û hêzên demokrat ên neteweyî yên din bike.

NC-Wan rojên derbasbuyida helbijartın lı DYA çêbu.Dı van helbıjartınan da  Rewşa Bush ne baş xwyadıke. Çapamaniyên dınyayê dıbêjın ku; ev sedemê guhartına politika DYA ya lı Irakê. Gelo hun div ê derhaqê da çı dıfikirin?

Bersîv-11- Êrîşên 11 Îlona sala 2001ê bû katalîzorekê ku Emerîkayê di çapa dinyayê de dest bi êrîşên eskerî kir. Di germiyaya 11 Îlonê de rejima YDEyê, him xelkê xwe him jî rejimên emperyalîst ên din demî be jî, girtibû pişt xwe. Lê piştî ku her çû armanc û hedefên YDEyê zêdetir eşkere bûn, pêşiyê di raya giştî ya derve de tenê ma, paşê xelkê wê jî wê da ber pirsan. YDE ji bo çi ewlekariya xwe li coxrafyayek ku 10 000 km ji welatê wê dûr e, digere? Xelkê YDEyê her ku li bersîvên van pirsan bigere wê her roj zêdetir siyaseta ku rejim dimeşîne bide ber pirsan. YDE li Iraqê ketiye nav bêçaretiyekê, jê derkeve derdekî, dernekeve derdekî din e.

NC-Brez, Dı xalasekede hun dıxazın çı bêjın? Fermo.

Bersîv-12- spas û serketin.

    Nezirê Cibo’nun KUDÇG ( Kürt Ulusal Demokratik Çalışma Grubu) nedir ne değildir? Ekseninde, grubu oluşturan Siyasal oluşumların temsilcileriyle yaptığı seri röportajların dördüncüsüdür.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu – 4 / Nezîrê CIBO

Fransız İşgaline Karşı Kürt Direnişi ve Beyandur Olayı: Fransızlar Cezireye geldiklerinde Şamar Aşiret reisi Mişel Başo El Erba onları “memnuniyetle karşıladı”. Böylece Fransız desteğini alarak rakibi Tay aşireti ve Kürtlere karşı avantaj elde etti. Şamar liderinin kışkırtmasıyla Fransızlar, Kürtler üzerindeki baskılarını arttırdılar. Birçok Kürt aşiret reisini tutukladılar. Bunların birçoğunu Beyandur köyünde boğazlarına kadar toprağa gömdüler, sonra da aç köpekler saldırtarak hepsini öldürdüler. Suriye Komünist Partisi yayın organ Direseti İştiraki ’de 1985 yılında yayınlanan bir yazıda olayla ilgili şunlar yazılıyordu: “Fransızlar Beyandur köyünün tepesinde bir kışla kurmuşlardı ve Kürt ileri gelenlerini tutuklayıp onları canlı halde boğazlarına kadar toprağa diktiler. Osê isminde (Tilminar köyünden) birini öldürdükten sonra diğerlerini de bu şekilde toprağa dikip üzerlerine aç köpekler saldırtarak öldürttüler, diğer aşiret reisleri kaçtı, tutuklanan bazıları ise sürgün edild

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı - 1/ Nezirê CIBO

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı / Nezirê CIBO Nezîrê CIBO Kürt tarihi; istilacılara, yağmacı ve çapulculara karşı başkaldırılar tarihi olduğu kadar ihanetler ve iç çatışmalar tarihidir de. Kürt özgürlük hareketlerinde de bu ikili at başı gitmiştir. Başlayan her başkaldırı beraberinde ihanetin izlerini de taşımıştır. Büyük ozan Ahmedê Xanî’nin Mem û Zîn ‘indeki büyük aşk ile aşıkların peşini hiç bırakmayan o kötü adam Bekoewan gibi… Kuşkusuz  bu doğal bir diyalektiktir. Özgürlük-kölelik, aydınlık-karanlık, gerçekliğin iki yüzüdür. Biri olmadan öteki olmaz. Ancak onurlu ve insanca bir yaşam için aydınlığın karanlığa, özgürlüğün köleliğe baskın gelmesi de bir zorunluluktur. Kürt insanı bugüne kadar bütün uğraşlarına rağmen aydınlık yüzü görememiş ise, bunu engelleyen birçok nedenin başında bu iç çekişmeler, siyasi çatışmalar, aşiretler arası kavgalar, kan davaları ve ihanetler vardır. Tarihimizin bu dramatik olduğu kadar ders verici sayfaları ne yazık ki yeteri

Turabidin’den Baltık’a

Kürt Toplumunda Aşiretin Önemi