Ana içeriğe atla

Ne “hêjayan” “hêjano”/ Nezirê CİBO

 
Ne "hêjayan",  "hêjano"

Hinek peyv hene ku mirov her dem hewcetiyê bi kar anîna wan tîne. Rengdêrên inwanan ji van peyvan e. Him di axaftina rojane de, him di karê nivîsariyê de mirov her dem hewcedariyê bi wan tinê. Bi serde jî bi kar anîna wan mijareke mihim û hesas e. Eger mirov van peyvan serrast û di ciyê lêhatî de bi kar newînê dibe ku mirov wekî min fedîkar jî bibe. Fermo em vê bîranina min a kin bi xwînin dê çêtir werê fêm kirin.

Heya ji min tê, her serê salê û rojên din yên pirozî, wekî herkesî, ji haval û dostên xwere mailên pirozbahîyê dişînim. Çawa ku beriya niha bi 15-20 sala me qert an name dişiyandin îro mail ketin şuna wan û mixabin qert û name bûn dîrok… Vê sersalê jî dîse min mesajeke kin nivîsand û li ser navê malpera www.welatperwer.com’ê şiyand ji gelek haval û dostên xwe re. Mesaja min wiha bû:

“Hêjayan,
Em sersala we ji dil can pîroz dikin û dibêjin bila hemû dem û rojên we bi tama sersalê bin. Xêr û xweşiyên sala nû bila ji cenabê were bin”

Piştî vê mesajê gelek haval û dost limin vegeriyan. Gelek mesajên pirozbahiyên hatin. Dinav van mesajande çavê min li yeke balkêş ket. Ev mesaj ji nivîskar û wêjevanê hêja Enwer Karahan hatibû. Birêz Karahan Him sersala min pîroz dikir him jî bala min dikşande ser nuqtekê. Fermo em tevde mesaja birêz Karahan bixwînin:

“Merheba kekê Nezîr,
Di destpêkê de ez dixwazim sersala te pîroz bikin û li dû wê jî dixwazim bala te bikişînim ser bikaranîna forma bêjeya “Hêjayan” ku te di peyama xwe ya pîrozkirina sala nuh de şandiye ji gelek kesan re.
Min li Diyarbekirê di civînekê de ev yeka hanê li ba nivîskarekî din jî dît ku gava hîtabî civînê kir û got: “Brêzan” û tê bîra min ku min di wê civînê de jî bal kişandibû ser vê meseleyê; îcar tu li min negirî, ez dixwazim forma wê ya rastî destnîşan bikim ku mirov di rewşên weha de, yanî di sernivîs û awayê hîtabê de dibêji:
‘Hêjano, brêzno, hevalno, mirovno, dostno, mêvanno…’ û weha dirêj dibe …
Bi silavên dostaniyê…

Enwer Karahan”

Bi vê munasebetê ez, cardin ji birêz Enwer Karahan re ji bona hesasiyeta wî ya li ser zimanê kurdî spasiyên xwe pêşkêş dikim û hêvîdikim ku ev helwesta wî ya bihîzyar ji bona hemû rewşenbîr, nivîskar û zimannasên kurd bibe mînak.

Her weki ku diyar e, gelek astengî û pirsgirêkên zimanê kurd hene. Ev mînak mînakeke biçûk e. Heya niha wek gelek kesan, min ev rengdêr weke; “Hêjayan, birêzan, hevalan…” bi kar tanî  lê ez dibînim ku kesê ku di vî warîde pispor dibêje ev xelet e; Ne “hêjeyan”, dive wek “hêjano” werê gotin, ne “birêzan” dive wek “birêzno” werê gotin…
Her wiha ev yek jî dide nîşandan ku wekî gelek mijarên rêzimande di vê mijarê de jî hêj standartbûn pêk nehatine. Çimkî gelek nivîskar, siyasetmendar û rewşenbîrên kurd van rengdêran wek min bi kar tînin. Lê beşêk nivîskar û rewşenbîr jî wek birêz Karahan bi kar tînin.

Bê guman ez ne zimannasim û di warê rêzman de xwe pispor nahesibînim. Lewma ez nikarim bêjim ku ev, an ya din çewt e an rast e. Lê qasî ku ez zanim karim vê bejim; Ev rengdêrên wekî “hêjayan, birêzan” di zaravayê soranî de tên bilêv kirin. Her wekî tê zanin Soranî zaravayekî kurdiye, dayîn û standina peyvan ya nav zaravyên kurdî bûyêrekî erêniye. Bi vî ewayî têkiliyên zaravan dê zêde bibin, cudatiyên nav wan dê kêm bibin û nêzik hev bibin. Ji vê boniyê min bikar anîna van peyvan bêxeter didît.

Ev yek jî dide nîşandan ku di nivîsarî û wêjevaniya kurdîde gelek astengî û pirsgirêk hene. Ji vê boniyê barê nivîskar, zimannas û wêjevanên kurda pir girana. Ya baş ez bêjim qewet be.

Nezîrê CİBO
Welatperwer.com


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu – 4 / Nezîrê CIBO

Fransız İşgaline Karşı Kürt Direnişi ve Beyandur Olayı: Fransızlar Cezireye geldiklerinde Şamar Aşiret reisi Mişel Başo El Erba onları “memnuniyetle karşıladı”. Böylece Fransız desteğini alarak rakibi Tay aşireti ve Kürtlere karşı avantaj elde etti. Şamar liderinin kışkırtmasıyla Fransızlar, Kürtler üzerindeki baskılarını arttırdılar. Birçok Kürt aşiret reisini tutukladılar. Bunların birçoğunu Beyandur köyünde boğazlarına kadar toprağa gömdüler, sonra da aç köpekler saldırtarak hepsini öldürdüler. Suriye Komünist Partisi yayın organ Direseti İştiraki ’de 1985 yılında yayınlanan bir yazıda olayla ilgili şunlar yazılıyordu: “Fransızlar Beyandur köyünün tepesinde bir kışla kurmuşlardı ve Kürt ileri gelenlerini tutuklayıp onları canlı halde boğazlarına kadar toprağa diktiler. Osê isminde (Tilminar köyünden) birini öldürdükten sonra diğerlerini de bu şekilde toprağa dikip üzerlerine aç köpekler saldırtarak öldürttüler, diğer aşiret reisleri kaçtı, tutuklanan bazıları ise sürgün edild

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı - 1/ Nezirê CIBO

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı / Nezirê CIBO Nezîrê CIBO Kürt tarihi; istilacılara, yağmacı ve çapulculara karşı başkaldırılar tarihi olduğu kadar ihanetler ve iç çatışmalar tarihidir de. Kürt özgürlük hareketlerinde de bu ikili at başı gitmiştir. Başlayan her başkaldırı beraberinde ihanetin izlerini de taşımıştır. Büyük ozan Ahmedê Xanî’nin Mem û Zîn ‘indeki büyük aşk ile aşıkların peşini hiç bırakmayan o kötü adam Bekoewan gibi… Kuşkusuz  bu doğal bir diyalektiktir. Özgürlük-kölelik, aydınlık-karanlık, gerçekliğin iki yüzüdür. Biri olmadan öteki olmaz. Ancak onurlu ve insanca bir yaşam için aydınlığın karanlığa, özgürlüğün köleliğe baskın gelmesi de bir zorunluluktur. Kürt insanı bugüne kadar bütün uğraşlarına rağmen aydınlık yüzü görememiş ise, bunu engelleyen birçok nedenin başında bu iç çekişmeler, siyasi çatışmalar, aşiretler arası kavgalar, kan davaları ve ihanetler vardır. Tarihimizin bu dramatik olduğu kadar ders verici sayfaları ne yazık ki yeteri

Turabidin’den Baltık’a

Kürt Toplumunda Aşiretin Önemi