Îro 21 ê Sibatê ye. Roja Zimanê Zikmakî Ya Cîhanê ye. Hersal bi sebûneta vê rojê çalekîyên pîrozahîyê tên lidarxistin. Sazîyên ziman,partî ô rêxistinên sivîl beyanatan didin, konferans,panel û semîneran çêdikin. Her wiha vê rojê dinav Kurdan de ziman û girîngahîya wî dikeve rojevê û ev pirs tê bilêvkirin: Ji bo zimanê Kurdî winda nebe û pêşve bikeve em karin çibikin? Ji bona tesîra asîmîlasyonê werê şikandin em çibikin? Li Tirkiyeyê îmkana zarokên Kurda ya ku bi tevahî bi zimanê zikmakî perwerde bibin tune. Îmkanekî fermî tune. Bi her awayî dibin zixt û zordarîya asîmilasyonê de ye. Di van şert û mercan de em karin çi bikin? Ligora dîtina min; Pêşî em wek dê û bav, karin xwe perwerde bikin. Pirtûk hez û pirtûk xwende bibin. Alfaba Kurdî fêr bibin û bikar bînin. Çimkî h eft mixabin piraniya dê û bavan alfaba Kurdî nizanin. Gelek kesên rewşenbîr, siyasetmendar çaxê bi Kurdî dinivîsin alfaba Tirkî bi kar tînin. Em karin bi her ewayî ji zarokên xwere bibin mînak, bibin rol-modelek