Berî niha bi çend roja li Kurdistana Başûr, li bajarê Duhokê, Zaxo û peytexta heremê li Erbîlê baranek zêde hat û bû sedema pêl û lehîyê. Cejna newrozê ket navberê û ev malwêranî da jibîrkirin. Lê gerek newê jibîrkirin û liser sebeb û çareserîyan, pêşî berpirsyar û rêvebirin heremê bisekinin û bifikirin. Di encama vê lehîyê de zerereke mezin pêk hat. Bi taybetî li parêzgeh û navenda bajarê Duhokê bi dehan xanî wêran bûn, gelek rê hatine girtin, bendavên biçûk têk çûn, zararên gîyanî jî çêbûn. Ez sersaxî û derbasî dixwazim û hêvîdikim careke din malwêranîyek wiha neqewime. Lê mixabin bûyerên wiha bi hêvî û dilxwazîyan nasekinin. Jibona felaketên wiha neqewimin di warê bajarsazî, hawîrparêzî û bicehbunê de tedbîr û hişmendîyeke serrast û modern lazim e. Zanîyarên ekolojî û xwezaparêzîyê dibêjin; Ger tu li xwezayê xweyî derneyê û zererê bidîyê, ew jî wê xwe biparêze, tola xwe hilîne û zererê bide te. Ev qanûna xwezayê ye. Her wek tê zanîn bûyerên wiha li Tirkî jî di qewimin. Çaxê