Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Kî zalim e?- 1

Piranîyek (ne hemu, beşek) Kurdên meyên çep ku hêj rêça Stalin dişopînin û yên Îslamist ji heman tasê av divexun. Di çarçova hisiyata milli de ez dinavbera wan de cudatî nabînim. Herdu alî jî, ji hişmendîyên milli kêmin û ji parastina berjewendiyên Kurd û Kurdistanê durin. Alîyê çep berjewendiyên milli qurbanî “biratiya gelan” dikin, aliyê Îslamîst bi qurbana “biratiya mislimanan” dikin. Siyaseta wan di vê esasî de tê hunandin. Di serîde ez bêjim: Zilm û bê hukukî ji kîderê were bila were, gerek însanên bi wîjdan û bi merhemet li hember derkevîn û qebul nekin. Ev nayê niqaş kirin. Tiştê ku ez dixwazim niqaş bikim, helwesta van herdu alîyên ku bahsa wan hatîye kirin. Herdu alî, Qaşo li hemberî zilm û zora İsrail a liser Filistîn xwe diçirînin. Bi piranî alê Îslamîst; Hero li kolan û sikakên Diyarbekir qaşo zilma Îsraîl a li ser Filîstînîyan protesto dikin. Hêstirên wan wek lehîyê tên xwar. Hezar nifir û heqaretan li Îsraîl dikin. Halbûkî ew Filistîniyên ku xwe liser wan diçirînin dijmin

KÎ ZALİM E ?- 2

  Berî niha bi çendekî min nivîsek bi heman sernivîsê parve kiribû. Di wê nivîsêde me kiryar, gotin û lepta diplomat û rêvebirên Filîstîn û Îsraîl danîbû berçav û pirsî bû; Ka kîjan ji wan zalim e? Êrîşa HAMAS ya talî û piştre misilleme ya Îsraîl bu sebeba dubara kirina vê sernivîsê. Piştî êrişa HAMAS ya li hemberî sivîlên İsraîl, di çapamenîyêde gelek buyêr û wêneyên balkêş û hovane hatin weşandin. Me bi ibret û acêpmayî xwend û zindî temaşe kir.  Bi rastî wekî her insanê xwedî ujdan û bi merhemet ez jî acêpmayî mam û çawa dile me ser kuştina zarokên Filîstin diêşîya li ser kuştina zarok û sivîlên Îsraîl jî êşiya. Çeteyên HAMSê di nava rojekê de her der kirin gola xwînê. Ne gotin ev zaroke, jîn e, ixtiyar e. Bi sedan sivîl kuştin û cendekê wan li kolanan vezîlandin. Gelek jin û zarokên Îsraîl esîr girtin, wek kole di mezatên ur bendekên Ereban de foritin. Lê dinav van nûçeyên buyerê de, vîdeoyek hebû ku çaxê min ev temaşe kir, dilê min xelîya û laşê min qesem girt. Ez çiqas fi

Çîroka Behlûl û Xwedê

  Ligora   nûçeyên medyayê, Hikumeta Kurdistana Federe jiber şewitandina Quranê, Swêd protesto kiriye û nunertîya xwe ya Swêd girtîye. Çaxê min ev nüçe bihîst hema yekser ev gotin ji deve min derget: “Tew tew mala minê… we dinya fetih kir” Bi rastî di vê derheqêde meriv kare gelek tiştan beje û binivîs e. Lê min got ne hewceyî gotina zede ye. Hema ev pêkanoka li jêr bese.   Tê gotin ku Behlûl du xet erd cotkiriye û gotîye xetek   ji xwedê re, yek jî ji minre ye. Di herdu xetê cot de zebeş diçîne. Dem tê zebeş şîn dibin û mezindibin. Lê zebeşên alîyê Xwedê pir geş û mezinin, ên alê Behlül hurik û bê tamin. Behlûl, her roja ku diçe ser çandinîya xwe, çavê wî li zebeşên Xwedê dikevin. Rojekê di rabe destê xwe bi jorda dike û ji xwedê daxwaz dike; “Ya xwedayê mezin, bi izna te ezê   ji xeta te zebeşekî jêbikim. Hêvî dikim tu limin helal bikî.” Çawa destê xwe tavêje zebeş û jêdike, bi dest xwere li ezmana ewrên reş peyde dibin û dibe gurgura wan. Berf, baran, bahoz... Dû

HASTALIKLI BiR İNSAN TİPİ

  Müthiş bir egoya sahiptir. Kendini dünyanın merkezi sanır. İnanılmaz bir özgüvene sahiptir.  Hiç kimseyi beğenmez,  Hiç kimseye saygı göstermez ama herkesten saygı bekler. İlgi odağı olmaya can atar.  Her konuda bilgi sahibidir. Bilmediği konu yoktur. Her şeyi bilir. Bu nedenle başkaların bilgi ve tecrübesinden yararlanmayı bilmez.  İleri sürülen her düşünceye bir itirazı var. İki kere iki 4 desen o mutlaka 5 der. Herşeyin doğrusunu o bilir. Herşeye bir "ama" sı vardır. Onun için doğruya varmak önemli değil, önemli olan, savunduğu düşünceyi çevresine kabul ettirmek, o doyumsuz egosunu tatmin etmektir.  Bilgi dağarcığında yeni birşey yoktur. Binlerce kez söylediği şeyleri tekrarlamaktan bıkmaz  Vatan, millet sevgisi ağzından düşmez ama aile fertlerini bile sevmez. En yakınlarıyla kavgalıdır. Sartre'nin dediği gibi "Halkı sevdiğini iddia eder, ama en yakınlarını sevmekten acizdir... "  Agresif ve saldırgandır. Herkese, herşeye muhalif tir. Özür dilemesini bilmez

Ji bo perwerdehîya zarokan em karin çi bikin?

Zarok, ciwan pêşeroja civakê ne. Serveta însan ya herî mezin ewin. Ev rastîyeke sosyolojîk û ilmî ye. Lema perwerdehîya wan di her civakê de meseleyekî esasî û girîng tê dîtin û liser tê sekinandin; mijar her di rojeva pedagog, perwerdekar, rewşenbîr û berpirsyarên dewletande ye. Ji bo pêşketin û serkeftina perwerdehîyek rast û pak, her li ser dixebitin û serê xwe têşînin. Ji bo civaka Kurdên Bakur ev mesele dubare  muhîm û girîng e. Çimkî li Tirkiyeyê îmkana zarokên Kurda ya ku bi zimanê zikmakî perwerde bibin tune û asîmilasyonek har  û bê sînor tê bikaranîn. Lewma di vê babetê de rewşenbîr, siyasetmedar û hemû welatparêzên Kurd gerek dubare serê xwe biêşînin û liser vê mijarê bisekinin; Ka em di van şart û mercan de karin çi bikin? Ji bo tesîra asîmilasyonê kêm bibe an ji holê rabe, em karin çi bikin? Bê guman, halê hazir, di van şartên bêdewletbûnê de ji holê rakirina asîmilasyonê ne mumkûn e, lê jibo sistkirin û kêm kirina wê tiştên ku em karibin bikin hene. Ligora dîtina min; Pêş

AX FELEKA XAYİN… MALA TE HEZAR CARÎ XERBE

  Erê, felekê, feleka xaiğn... te kekê Abdrrahman Demir jî ji nav me bir. Mala te xerabe… Îro serê sibehê ji Mersinê rêzdar, kak Celal Temel bi telefonê xebera wefata Abdurrahamnê delal da min. Piştî van rojên kambax ên erdhêjê ku bi hazaran insanên me ketin bin erdê û malwêran bûn, vê xebera dilpêt, dinya bêtir li ber çavê min sarkir. Ez her dibêjim û bawer dikim; Kurd ji zindîya bêtir hez ji mirîyên xwe dikin. Çaxê mezin, dost, heval an xizmên wan saxin qiymetê wan nizanin. Lê piştî ku ji vê dinyayê goç dikin, dest bi ax û fîganan dikin û li pey wan dest bi methiya dikin. Pesnê wan dikin, qala qencîya wan dikin. Li pey kek Abdurrahman jî heman pesndan, ax û fîgan dibarin. Lê birastî kekê Abdurrahman van pesndanan zêde zêde heq dike. Kekê Abdurrahman, kedkar û dilsozê doza welat bû. Endamê DDK0, Rizgarî-Komal bû. Ew   merivekî nefsbiçuk, mutevazî, maqul û fedekar bû. Ew xwe ş mêr û camêr bû. Heya roja talî sere xwe bi derd û kulên welat ê şand. Ew demek dirêj bû ku bi ê

Ji BÎRANÎNÊN MAMOSTE BEŞİKÇİ/ 3

  Demircîoglu, di hepsa Ulucanlar de ye. Ji fraksiyon a MLKP ye. Ji Çewlikê (Bingolê) ye. Kurd e. Lê wek prensîp tucarî xwe wek Kurd nahesîbîne, bi kurdî napeyve û hertim dibêje "em şoreşgerin, em enternasyonalîstin. Milliyeta me tune." Sal 1996 e. Li girdîgehê grêva birçîbunê destpê dike. Huseyîn jî beşdarî grevê dibe. 67 roja dimîne û talî wefat dike. Berî wefatê, çaxê dikeve ber sikrata û liber mirinê ye, Kurdîtî ya wî tê bîra wî û heya canê xwe dide bi Kurdî dipeyîve û yek livza Tirkî ji devê wî dernayê... Gelo ji xeynî meriv bêje, rehma xwedê lê be, kare çi bêje?