Ana içeriğe atla

Kayıtlar

FUARA PİRTÛKAN YA AMEDÊ Û XELATA RUMETÊ

  Di navbera 16-24   ê vê mihêde li Amedê mihrîcana pirtûkan ji terefî “Oda Bezirganîyê ya Diyarbakır û Eylul Fuarcılık” hat lidarxistin. Piştî ku TUYAP ji heremê vekeşîya demek direj çalekîyek wiha çênebû. Bi piranî pirtûkxane û pirtûkhezên Kurd li benda vê fuarê bun. Lewma bi girseyî û bi coşek mezin destpêkir. Bi hezaran xwendevanên Amedê û ji her alê welêt, pirtûk hezan ji roja pêşîde berê xwe dane qada fuarê û bi girsehî serdana weşanxaneyên Kurd kirin. Feyda çalekîyên wiha ewe ku pirtûk, nivîskar, weşanxane û xwendevanan tênin ba hev. Nivîskar îmkana danasîna berhemên xwe, xwendevan jî îmkana naskirina   nivîvîskar û berhemên wan dibînin.   Pirtûkên cur bi cur   tên ber destê wan. Her wiha ji alê aborîya heremê jî aktîvîteke erênî pêk tê.     Ji alê din, pirtûk hezkirin û xwendin bo civakê ciyê kêfxwe ş î yê ye. lê pirtûk hezkirin û xwendina ciwanan bo pê ş erojê elzem e. Di van salên talî de ciwan bêtir bi telefonên “bê aqil” û qompîtûran eleqadarin. Her wiha ji pirtûkan

DOSTÊ HERÎ BAŞ

  Dostê herî baş, ê ku em wî wek ronahîya çavê xwe biparêzin û lê miqate bibin kî ye? Bê şik ez dibêm XWEZA ye Xweza dostê herî baş e, çimkî dostanîya wê bê menfîete. Dostê herî ji dil e, çimkî ne durû ye. Hîle û fena nake, rûyê xwe di bin maskeyande na veşêr e. Çibe ew e. Ego û qaprîsên wê tune. Bê bextî û derewan nake. Entrîqayên wê tune. Cudatî naxê nav zarokên xwe. Wek dayîkê bi şefqat hemûyan himbêz dike. Wan têr dike, mezin dike, perwerde dike. Lê hewqasî jî xwedî prensîp û qaîde ye. Ji van qet tavîz nade. Û izin nade ku ev prensîp werin guhertin. Lepta wê ligora qanûn û van qaîdeyan ne. Xilafî û xeletî qebûl nake. Çaxê ev qanûn werin binpêkirin; ew rastîyên xwe tatbîq dike, hişyar dike, ders dide. Eger binpêkirin bidome ew çax tê xezebê û ceza dike. Pêwîstî ya xwezayê bi însan tune. Em hebin an tunebin jêre ferq nake. Ew her li gora qanûnên xwe dimeşe. Lê însan muhtacê wê ye. Heta hatayê jî emê muhtacê wê bin. Xweza tenê ne dostekî bihêz e. Heman demê ew mîraseke pir hêjaye

Kî zalim e?- 1

Piranîyek (ne hemu, beşek) Kurdên meyên çep ku hêj rêça Stalin dişopînin û yên Îslamist ji heman tasê av divexun. Di çarçova hisiyata milli de ez dinavbera wan de cudatî nabînim. Herdu alî jî, ji hişmendîyên milli kêmin û ji parastina berjewendiyên Kurd û Kurdistanê durin. Alîyê çep berjewendiyên milli qurbanî “biratiya gelan” dikin, aliyê Îslamîst bi qurbana “biratiya mislimanan” dikin. Siyaseta wan di vê esasî de tê hunandin. Di serîde ez bêjim: Zilm û bê hukukî ji kîderê were bila were, gerek însanên bi wîjdan û bi merhemet li hember derkevîn û qebul nekin. Ev nayê niqaş kirin. Tiştê ku ez dixwazim niqaş bikim, helwesta van herdu alîyên ku bahsa wan hatîye kirin. Herdu alî, Qaşo li hemberî zilm û zora İsrail a liser Filistîn xwe diçirînin. Bi piranî alê Îslamîst; Hero li kolan û sikakên Diyarbekir qaşo zilma Îsraîl a li ser Filîstînîyan protesto dikin. Hêstirên wan wek lehîyê tên xwar. Hezar nifir û heqaretan li Îsraîl dikin. Halbûkî ew Filistîniyên ku xwe liser wan diçirînin dijmin

KÎ ZALİM E ?- 2

  Berî niha bi çendekî min nivîsek bi heman sernivîsê parve kiribû. Di wê nivîsêde me kiryar, gotin û lepta diplomat û rêvebirên Filîstîn û Îsraîl danîbû berçav û pirsî bû; Ka kîjan ji wan zalim e? Êrîşa HAMAS ya talî û piştre misilleme ya Îsraîl bu sebeba dubara kirina vê sernivîsê. Piştî êrişa HAMAS ya li hemberî sivîlên İsraîl, di çapamenîyêde gelek buyêr û wêneyên balkêş û hovane hatin weşandin. Me bi ibret û acêpmayî xwend û zindî temaşe kir.  Bi rastî wekî her insanê xwedî ujdan û bi merhemet ez jî acêpmayî mam û çawa dile me ser kuştina zarokên Filîstin diêşîya li ser kuştina zarok û sivîlên Îsraîl jî êşiya. Çeteyên HAMSê di nava rojekê de her der kirin gola xwînê. Ne gotin ev zaroke, jîn e, ixtiyar e. Bi sedan sivîl kuştin û cendekê wan li kolanan vezîlandin. Gelek jin û zarokên Îsraîl esîr girtin, wek kole di mezatên ur bendekên Ereban de foritin. Lê dinav van nûçeyên buyerê de, vîdeoyek hebû ku çaxê min ev temaşe kir, dilê min xelîya û laşê min qesem girt. Ez çiqas fi

Çîroka Behlûl û Xwedê

  Ligora   nûçeyên medyayê, Hikumeta Kurdistana Federe jiber şewitandina Quranê, Swêd protesto kiriye û nunertîya xwe ya Swêd girtîye. Çaxê min ev nüçe bihîst hema yekser ev gotin ji deve min derget: “Tew tew mala minê… we dinya fetih kir” Bi rastî di vê derheqêde meriv kare gelek tiştan beje û binivîs e. Lê min got ne hewceyî gotina zede ye. Hema ev pêkanoka li jêr bese.   Tê gotin ku Behlûl du xet erd cotkiriye û gotîye xetek   ji xwedê re, yek jî ji minre ye. Di herdu xetê cot de zebeş diçîne. Dem tê zebeş şîn dibin û mezindibin. Lê zebeşên alîyê Xwedê pir geş û mezinin, ên alê Behlül hurik û bê tamin. Behlûl, her roja ku diçe ser çandinîya xwe, çavê wî li zebeşên Xwedê dikevin. Rojekê di rabe destê xwe bi jorda dike û ji xwedê daxwaz dike; “Ya xwedayê mezin, bi izna te ezê   ji xeta te zebeşekî jêbikim. Hêvî dikim tu limin helal bikî.” Çawa destê xwe tavêje zebeş û jêdike, bi dest xwere li ezmana ewrên reş peyde dibin û dibe gurgura wan. Berf, baran, bahoz... Dû

HASTALIKLI BiR İNSAN TİPİ

  Müthiş bir egoya sahiptir. Kendini dünyanın merkezi sanır. İnanılmaz bir özgüvene sahiptir.  Hiç kimseyi beğenmez,  Hiç kimseye saygı göstermez ama herkesten saygı bekler. İlgi odağı olmaya can atar.  Her konuda bilgi sahibidir. Bilmediği konu yoktur. Her şeyi bilir. Bu nedenle başkaların bilgi ve tecrübesinden yararlanmayı bilmez.  İleri sürülen her düşünceye bir itirazı var. İki kere iki 4 desen o mutlaka 5 der. Herşeyin doğrusunu o bilir. Herşeye bir "ama" sı vardır. Onun için doğruya varmak önemli değil, önemli olan, savunduğu düşünceyi çevresine kabul ettirmek, o doyumsuz egosunu tatmin etmektir.  Bilgi dağarcığında yeni birşey yoktur. Binlerce kez söylediği şeyleri tekrarlamaktan bıkmaz  Vatan, millet sevgisi ağzından düşmez ama aile fertlerini bile sevmez. En yakınlarıyla kavgalıdır. Sartre'nin dediği gibi "Halkı sevdiğini iddia eder, ama en yakınlarını sevmekten acizdir... "  Agresif ve saldırgandır. Herkese, herşeye muhalif tir. Özür dilemesini bilmez

Ji bo perwerdehîya zarokan em karin çi bikin?

Zarok, ciwan pêşeroja civakê ne. Serveta însan ya herî mezin ewin. Ev rastîyeke sosyolojîk û ilmî ye. Lema perwerdehîya wan di her civakê de meseleyekî esasî û girîng tê dîtin û liser tê sekinandin; mijar her di rojeva pedagog, perwerdekar, rewşenbîr û berpirsyarên dewletande ye. Ji bo pêşketin û serkeftina perwerdehîyek rast û pak, her li ser dixebitin û serê xwe têşînin. Ji bo civaka Kurdên Bakur ev mesele dubare  muhîm û girîng e. Çimkî li Tirkiyeyê îmkana zarokên Kurda ya ku bi zimanê zikmakî perwerde bibin tune û asîmilasyonek har  û bê sînor tê bikaranîn. Lewma di vê babetê de rewşenbîr, siyasetmedar û hemû welatparêzên Kurd gerek dubare serê xwe biêşînin û liser vê mijarê bisekinin; Ka em di van şart û mercan de karin çi bikin? Ji bo tesîra asîmilasyonê kêm bibe an ji holê rabe, em karin çi bikin? Bê guman, halê hazir, di van şartên bêdewletbûnê de ji holê rakirina asîmilasyonê ne mumkûn e, lê jibo sistkirin û kêm kirina wê tiştên ku em karibin bikin hene. Ligora dîtina min; Pêş