Heya niha min gelek pirtûkên mamoste xwendibûn. Hemû pirtûkên wî di derheqa pirsgirêk, sosoyolojî, dîrok û siyaseta coğrafya Kurdistanê de ye. Bê guman Mamosta jiber vê xebat û lepta xwe bedelekî giran daye. Jiyanek pir zor û zehmet derbas kiriye; 17 salan di hepsan de maye, işkence û eziyetên hovana dîtiye. Ji alê kar û barê aborî pir astengî kişandîye, ji kariyera meslekî mahrum maye. Lê heya îro li ser vê jiyana wî ya zor û zehmet ne wî û ne xeyrî wî tiştek nehatiye nivîsandin. Bi ya min ev kêmasî û valahiyek bû. Çimkî em rehetî karin bêjin ku pêvajoya jiyana Mamoste merheleyek ji dîroka Kurda ya nêzîk e. Lewma pêwîstî heye ku ev valahî werê dagirtin. Her çiqas heya niha ev valahî bi têrahî nehatibe dagirtin jî, divan rojên talîde, hinek xebatên hêja çêdibin. Yek ji van xebata Birêz İbrahim Gurbuz e. Kek İbrahim ev demeke dirêje liser biyografya ya Mamoste dixebite û di demek nêzîkde dê werê ber çapê. li gora dîtina min pirtûka mamosta ya bi navê ANILAR jî di vê mijarêde gavek er