Ana içeriğe atla

Bi Malmîsanij re Hevpeyvîn / Nezîrê Cibo

Di serê tîrmehê de li Amedê li ser zmanê kurdî xabat û tevgereke balkêş ji tarefê Grûba Xebatê ya Vatê pêk hat
Di serê tîrmehê de li Amedê li ser zmanê kurdî xabat û tevgereke balkêş ji tarefê Grûba Xebatê ya Vatê pêk hat.
 
Gruba Vate yanzde salan berê, ji terefê hinek zimannas, dîrokvan, nivîskar û wêjekarên bi navdar ku bi zaravê zazakî di peyîvîn,  hatibû sazkirin. Sedema sazîya Grubê bi taybetî xabat û vekolîna ser zaravê zazakî ye. Di vê çerçovê da her sal komcîvînên cidî pêk tînin. İsal Komcîvîna xwe ya 15-mîn li Dîyarbekrê dan destpêkirin.

Bi vê munasebetê me xwest em di derhqa xabat û armancên wan de agahdar bibin û xwendevanên Netkurdê agahdar bikin. Ji bo vê yekê me pirsên xwe pêşkêşî dîrokvan û zimannasê navdar Mehemed Malmîsanij kir.

Nezîrê Cibo: Memoste ji kerema xwe re hun ê karibin bi kurtî armanca sazîya grûbê û xabata wê bahsbikin?

Malmîsanîj: Grûba Xebatê ya Vate Li Stokholmê hat sazkirin. Sala 1996-an da bi hinek havalan ra kû bi lehça zazakî diaxifîn em hatin ba hev û me niqaşa vê pirsê kir:Ji bo zimanê kurdî û lehçeya zazakî em karin çi bikin?
Di wê demê de havalên kû bi lehça zazakî dinivîsîn, bi gelek pisgirêka dilebikîn; îmlayake serrast, rastnîvîseka hevbeş(muşterek) tunebû. Em karin bêjin ku, kesên ku bi karê nîvîsandinê lebikîn li gora devoka derdora xwe, devoka bajarê xwe an gundê xwe dinîvîsîn. Wek me gotî, di warê nîvîsndinê de tu numuneyên serrast ji tunebun. Di dawîya  niqaş û sohbetên me ên li ser van meselan da em ghaştin van biryaran: “Salê du caran em komcîvînk pêk binîn. Her komcîvîn bira hafteyek dom bike. Dure, em bi hevalên li derî Swêdê ên li walêten Evrupayê û ên li Kurdîstanê jî têkîlî deynin, werin ba hev û li ser meselên ziman niqaş bikin

Di pêvajoyê da jî me ev biryar anîne cî. Salê du cara em li hev cîvîyan û me dest bi nîqaşa pirsa zimanê Kurdî û bi taybetî lehçeya zazakî kir. Me ji nîqaşa tiştên herî giring destpêkir. Pêşî me got, gerek navê lehçê werê tespît kirin; Navê lehçê çî ye? Hinik dibêjin zazakî, hinik dibêjin dimbilî, hinik dibên kirmançkî. Gelo kîjan rast e? Di netîcê de me got ku di esasê xwe de hamu rast in. Lê di warê nîvîsandinê ew ê bibe sedema pirsgirêke. Lewma me dîsa li ser “Kirmançkî” karar da û me got navê lehçê ev e; kirmanckî.  Ji bona serrast werê famkirin jî di nav parantêzê de em gelek caran  “zazakî” dinivîsin.

Paşê, meseleka din a girîng hat munaqeşekirin: Mesela alfabê. Di dawîya munaqaşa û sobeten me yên di vî warî de, me li ser alfaba Celadet Bedîrxan biryar da. Her wekî tê zanîn Celadet Bedîrxan ev alfabe  ji bo lehça kurmancî amadekiribu û kovara Hawarê bi vê alfabe hatibû nîvîsandin. Me jî li ser vê alfabê biryar da, kû ji bona lehça kirmançkî (zazakî) jî here rewa ye.

Piştre munaqaşên me li ser pirsên rastnivîsandinê domkirin. Li ser bêjan (kelîme), yek bi yek li ser harfan em sekînîn; Kîja bêje çawa tê nîvîsandin, kîja herf çawa tê telafuzkirin, di vî warî de ez karim bejim ku me gavên hêja avêtin. Xabata ma gav bi gav pêş de çu û me di pevajoyê de dest avêt meselên ziman ên rojane, ên hê bêtir bi teferruat.
Piştî demekê hin havalan pêşnîyariya kovarekê anîn holê. Gotin ku “di kovarê da van tiştên ku tên munaqaşkirin an tespîtkirin em binîvîsîn û weşînîn. Bi vî awayî em ê hem xabata xwe ya di warê ziman de dombikin. Hem ji di warê edebî û folklorî se tiştên ku bi lehça zazakî werin nîvîsandin em ê weşînîn.” Peşnîyarîya havalan di cîyê xwe de bû û hat qebûlkirin. kovara Vate (Gotin, Peyv) bi vî ewayî destpêkir. Di vê noqtê da ez dixwazim vê dîyarbikim: Carna ‘Vate’ bi şeklê ‘Wate’ tê nîvîsandin ev xelet e. VATE, ne WATE ye.

Destpêkê de îmkanên me ên maddî pir kêm bûn. Havalên beşdar her yekî ji berîka xwe  tiştik dida û bi vî awayî kovarê destpêkir û domand. Ji bona redaksyona kovarê ez, Îhsan Espar û Selîm Murat hatin hilbijartin. Armanca me ew bu ku em bi gîhîjîn welêt. Lê şertên wê demê dijwar bûn; Kurdî qedexe bû, postê zahmetî derdixistin. Carna bi dizî hejmarek an du hejmar mumkun bûya me dişîyand. Pîştî demekê hejmarên kevin ku li Stcholmê hatibûn weşandin me li Stanbolê dîsa çapkir û belav kir. Wî çaxî kovar hê zêdetir digihaşt welêt. Paşê li Stanbolê havalê me Denîz Gündüz berpirsarîya kovarê girt ser xwe û bi şiklê resmî hat weşandin û belavkirin.
Her çiqas kovar qasî ku em dixwazin nayê foretin, lê em ji rewşê memnûn in. Havalê berpirsyarê kovarê Denîz Gündüz li Stanbolê veşanxaneyek jî bi navê VATE vekir û dest bi çapkirina kîtabên zazakî(kirmançkî) kirin.  Haya nuha 28 hejmar kovar û gelek kîtêbên zazakî hatin çapkirin. 20 hajmarên kovarê li derveyê welêt, 8 hajmar jî li Stanbolê hatin weşandin. Her çiqas zahmetî û kêmasîyê me dombikin jî, em ji rewşa nuha memnûn in. Ez karim bêjim ku di destpêkê de tiştên me biryar kiribun gihan cîyên xwe û divê çerçovê de em biserketin. Ji ber gelek sedeman kovar wek em dixwazin nayê firotin, lê dîsa em keyfxweşbin.

Nezîrê Cibo: Birêz Malmîsanij, di vê pêvajoyê de gelo têkîlîyên we bi başur re çêbun?

Malmîsanij: Belê, me par têkîlî bi Wezareta Kulturî a Kurdîstanê re danîn. Me û hinek zimannasên ku bi lehça hewramî dipeyîvîn li Hewlêrê  bi hev re konferansek pêk anî.  Bi rastî li gora me ev gelek tiştekî gîrîng bû; di tarîxê de cara yekem bu kû zimannasê hewremî û ên zaza rûbirû hevdu dîtin û bi hev re li ser meselên zimanê kurdî sohbet kirin. Ev jî tê zanîn ku lehça hewremî û lêhçeyîn din ên li başûr nêzîkî zazakî ne. Gelek nuqtên wan muşterek hene. Ji bona vê yekê jî me ev têkîlî pir girîng didît. Piştre em çûn Helepçeyê û me hinek bajarên Heweramanê dîtin. Em li van dera gerîyan û me gelek şaxsîyetên navdar naskirin, sohbetên hêja pêk anîn.
Nezîrê Cibo: Mamosta ez dixawzim noqteka girîng bipirsim. Hinek kesên bi zaravayê zazakî dîpeyvîn hene kû dibêjin zazakî zimanêkî cuda ye û zaza jî netewayekî cuda ye. Hun di vê babetê de çi di fikirin?
Malmîsanij: Belê wek te got, di van salên dawî de hinek kes dibêjin zazakî ne lehça kurdî ye û zimanekî cihê ye. Em vê dîtinê rast nabînîn û tu bingihê vê ji tune. Zazakî şaxekî kurdî ye. Lehça kurdî ye wek kurmancî, soranî, goranî û lehçeyên din. Zaza ji kurd in û parçeyek ji netewayê kurd e. Ev rastîyeka dîrokî ye ne ku em dibêjin. Di dîroka kurdan da ev rastî pir vekîrî ye. Kurdên zaza her dem gotine em kurd in û ji bo kurdîtîye jî heya îro mücadele kirine. Serîhildana Dersîmê, serîhildana Koçgrîye, ya Pîranê hamu serhaldanên kurdên kû bi zazakî dipeyivin. Haya îro zaza, wek kurmancan, ji bo Kurd û Kurdistanê mucadele kirine, hê ji dikin û tucarî xwe ji kurdên ku bi lehçeyên din dipeyîvîn cuda nedîtîne. Me jî, ji dayik û bavên xwe me xwe kurd zanîye. Li gora  me ev rastîyeke kû  nayê munaqeşekirin.

Hin ji van kesên ku îddîa dikin “zaza ne kurd in”, dîroka xwe nizanin an jî xelet dizanin. Hinik jî bawerî anîne û xwe wer dihesîbînin. Lê qisimkî din heye ku bi zanîstî dixebitin ji bo ku dubendî, dîjayetî têxîn nav hêzên kurdan. Nîyet û armancên wan çibin Gruba Vate îtîbar nade wan û li hemberî wan bi zanîstî disekine. Em vêya jî zanin: Di nav lehçan da cudatî heye. Mumkun e ku hevdu  fam nekin jî. Mumkun e ku zaza kurmancî,  an kurmanc soranî famnekîn. Lê ev nayê mana ku her lehçe zimanekî cihêye. Ev ne rast e. Hamu jî lehçe û şaxên zimanê kurdîne.

Nezîrê Cibo: Di xelasekê de hun dixwazin çi bêjin, fermon

Malmîsanîj: Em dixwazin kû ev baş were famkirin: Di esasê xwe de armanca xabat û tevgera me rakirina cudatîya ku di nav lehçên Kurdî de heye. Wekî ku me di serî de got; kesên ku bi karê nîvsandinê dilebikin ji alî rastnîvîsandinê de, ji alî termînolojîyê de, ji alî alfabeyê de, ji alî edebîyatê de gerek formên muşterek bikarbinîn û standardîze bibin. Bi vî awayî di pêvajoyê de hêdî hêdî lehçe ê nêzî hev bibin û di netîcê de farqîyata di nav wan da wê kêm bibe an rabe. Ev jî, dîyar e ku pêşveçûna zimanê kurdî ye. Daxwaz û armanca me eve.       

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu – 4 / Nezîrê CIBO

Fransız İşgaline Karşı Kürt Direnişi ve Beyandur Olayı: Fransızlar Cezireye geldiklerinde Şamar Aşiret reisi Mişel Başo El Erba onları “memnuniyetle karşıladı”. Böylece Fransız desteğini alarak rakibi Tay aşireti ve Kürtlere karşı avantaj elde etti. Şamar liderinin kışkırtmasıyla Fransızlar, Kürtler üzerindeki baskılarını arttırdılar. Birçok Kürt aşiret reisini tutukladılar. Bunların birçoğunu Beyandur köyünde boğazlarına kadar toprağa gömdüler, sonra da aç köpekler saldırtarak hepsini öldürdüler. Suriye Komünist Partisi yayın organ Direseti İştiraki ’de 1985 yılında yayınlanan bir yazıda olayla ilgili şunlar yazılıyordu: “Fransızlar Beyandur köyünün tepesinde bir kışla kurmuşlardı ve Kürt ileri gelenlerini tutuklayıp onları canlı halde boğazlarına kadar toprağa diktiler. Osê isminde (Tilminar köyünden) birini öldürdükten sonra diğerlerini de bu şekilde toprağa dikip üzerlerine aç köpekler saldırtarak öldürttüler, diğer aşiret reisleri kaçtı, tutuklanan bazıları ise sürgün edild

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı - 1/ Nezirê CIBO

Hevêrkan Aşiret Konfederasyonu ve II Haco Olayı / Nezirê CIBO Nezîrê CIBO Kürt tarihi; istilacılara, yağmacı ve çapulculara karşı başkaldırılar tarihi olduğu kadar ihanetler ve iç çatışmalar tarihidir de. Kürt özgürlük hareketlerinde de bu ikili at başı gitmiştir. Başlayan her başkaldırı beraberinde ihanetin izlerini de taşımıştır. Büyük ozan Ahmedê Xanî’nin Mem û Zîn ‘indeki büyük aşk ile aşıkların peşini hiç bırakmayan o kötü adam Bekoewan gibi… Kuşkusuz  bu doğal bir diyalektiktir. Özgürlük-kölelik, aydınlık-karanlık, gerçekliğin iki yüzüdür. Biri olmadan öteki olmaz. Ancak onurlu ve insanca bir yaşam için aydınlığın karanlığa, özgürlüğün köleliğe baskın gelmesi de bir zorunluluktur. Kürt insanı bugüne kadar bütün uğraşlarına rağmen aydınlık yüzü görememiş ise, bunu engelleyen birçok nedenin başında bu iç çekişmeler, siyasi çatışmalar, aşiretler arası kavgalar, kan davaları ve ihanetler vardır. Tarihimizin bu dramatik olduğu kadar ders verici sayfaları ne yazık ki yeteri

Turabidin’den Baltık’a

Kürt Toplumunda Aşiretin Önemi