“Necmeddîn Büyükkaya, lehengek, profesyonelek û dozkarekî kurdîstanî bû.” (Îbrahîm Guçlu)
Necmeddîn Buyukkaya di nav kurdan da tekoşer û sîyasetmedarekî bi nav û deng bû. Ne tenê di nav Kurdên Bakur da, di nav Kurdên başur de jî, baş dihat naskirin û hezkirin. Ji xortanîya xwe heya roja ku roja 24-ê çileya 1984-yê li Diyarbekirê li hepsa 5 no’liyê ji terefî hêzên devletê ve hat kuştin ew ji rêça kurdîstanî neveqetîya û wek havalên wî ê ku ji nêzîk de nas dikin jî dibêjin ku ew tim pêşder bu.
Necmeddîn di sala 1943-yê da li gundêkî Siwêrekê ji dayîk buye. Bi zor û zehmetîyan tehsîla navîn xelaskir. Di sala 1965-ê da dest bi Fakulteya Hiqûqê ya Unîversîteya Stanbolê kir.
Di sala 1966-ê da bû endamê (TİP) Partîya Karkarên Tirkîyeyê. Di sala 1967 da bû endamê Federasyona Qulûbên Fîkrî (FKFê) Di sala 1969 da bi Hîkmet Bozçali û Mehmet Can ra DDKO-ya Stanbolê damizrand û bû serokê wê (1969-1970) Bi kurtasî em karin bêjin ku ew, di nav hamu tevgerên ku wan sala pêk hatibûn.
Di sala 1970-ê da ji dozeka sîyasî mahkûm bû û lê hat gerîn. Lewma tehsîla xwe nîvco hişt.
1971-ê, di meha hazîranê de derbasî Îraqê bû. Piştî kuştina Dr. Şivan û havalên wî derbasî Suriyeyê bû, li vir demekê di hepsê de ma. Piştî ku ji hepsê derket îltîca kir Swedê. Heya 1974-an li Swêdê jîya. Bi efûyê vegerîya Tirkîyeyê. 21 Adar 1975 da bi Cemîle xanim re zewicî. Dû re bi havalên xwe ên kevn re T-KDP damezrand. Haya 1977 a endametiya serkarîya partîyê kir. Lê îcar rêça wî û havalên wî ji hevdu veqetîya.
1982-yê da bi operasyona KİP(Partîya Karkarên Kurdîstan) li Dîyarbekir hat girtin. 23 Çile 1984-ê da piştî lêdana leşker bêhiş ket, ew rakirin nexweşxanê, lê hew çavê xwe vekir û 24-ê mihê seat 02.00 da gaiha ber dilovanîya Xwedê.
Îro (24 Çile 1984) salvegera şehadeta wî ye. Me xwest ku em wî bibîranîn. Bi vê sebûnetê em bi hinêk havalên wî ra peyivîn. Pêşî em bi yekî ku wî ji nêzîk de nasdikir, bi brêz Îbrahîm Guçlu re peyvîn û me jê pirsî, ku wî Necmeddîn Buyukkaya ji nêzîk nastikir, Gelo wî Necmeddîn cara yekem li kîderê û çawa naskir, miruvekî çawa bû, weke ku wî ew dîtî û naskirîye di derheqa şexsîyeta wî û ramanên wî de karibe ji me re çi bêje.
Kak Îbrahîm li ser van pirsên me ev agahî dan me:
Necmeddîn Büyükkaya, lehengek, profesyonelek û dozkarekî kurdîstanî bû.
Ez di sala 1967-an de li Zanîngeha Hiquqê ya Enqereyê bûm xwendevan. Wê demê li unîversîteyên metropolan xwendevanên kurd gelek kêm bûn. Ew jî zarokên axa, mîr, serokeşîr, malmezinan bûn: Necmeddîn Buyukkaya jî, li Siweregê ji eşîreta Karaxanîyan bû.
Jî bona ku xwendevanên kurd li unîversîteyê kêm bûn, xwendevanên kurd yên li unîversîteyê di demeke kurt de hevûdu jî nêzîk de nas dikir. Heger ew xwendevan welatparêz û çep bibûyan, di nav bizavê de nasandin û pêwendîyên wan hêsantîr dîbû. Ji bona vê, dema ku ez bûm xwendevanê unîversîteyê li Enqereyê, min navê Necmeddîn Buyukkaya bihîst.
Kongreya FKF-ê…
Wê demê Necmeddîn Buyukkaya li Stenbolê di nav tevgera çep ya xortan de bû. Dihat qalkirin ku ew endamê Partîya Karkerên Tîrkîyeyê (TÎPê) û endamê Federasyona Qulûbên Fîkrî (FKFê) ye.
Piştî ku ez li zaningehê bûm xwendevan, ez ji bona ku li dîbistana navîn û lîseyê hevalbendê TÎP-ê bûm, ez jî rasterast li zanîngehê bûm endamê FKFê li Şaxê Hîquqê û di hemen dem de ji bona Kongreya Gîştî ya 2-emîn a FKFê bûm nuner. Kongreya Gîştî ya FKFê, di destpêka sala 1968-an de li Stenbolê pêk hat. Çawa ku di nav tevgera çep ya gîştî de nekokîyên îdeolojîk xurt bûn, di kongreya FKFê de jî ew nekokîya îdeolojîk dom dikir. Di kongreyê de du beşên îdeolojîk yên xurt hebûn. Grûba “Şoreşgerên Sosyalîst” û grûba “Şoreşgerên Demokratîk yên Neteweyî” di nav FKFê de xurt bûn û li dîjî hev bûn. Jî bona vê yekê jî di Kongreya FKF-ê de minaqeşeyên gelek hişk pêk hatin, herdu terefan dixwast ku hevûdu tasfîye bikin.
Denîz Gezmîş û hevalên wî, çepên sosyalîst û şoreşger bûn: Ew him nêzîkî FKF-ê bûn û him jî jî FKFê otonom, serbixwe û azad xwe rêxistibûn. Ew endamên Yekîtîya Xwendevanên Şoreşger (Devrimcî Öğrencîler Birlîğî/DÖBê) bûn. Roja yekem dema ku di Kongreya Gîştî ya FKF-ê de minaqeşeyan dest pê kir, li kongreyê agahîyek belav bû ku Denîz Gezmîş û hevalên wî xwastiye ku kongreyê dagir bikin, lê pêşîya wan li ber derî hatiye girtin.
Necmeddîn Buyukkaya û Hîkmet Bozçali jî bi Denîz Gezmîş re ne. Di kongreyê de jî gelek nunerên kurd hebûn. Wê demê navber hat dayin ku em pêşîya dagirkirina kongreyê bi rîya Necmeddîn û hevalên din yên kurd bên bigrin. Loma me xwest ku bi wan re danûstandin bikin. Dema ku em çûn cem wan, li cem Denîz Gezmîş, xortekî çeleng û bejindîrêj li kêleka wî bû. Wê demê min nas kir ku ew xortê çeleng û bejindîrêj Necmeddîn Buyukkaya ye. Di wê demê de dema ku mirovek bikare bi Denîz Gezmîş re hevaltî bike, gerek ew mîrova egît û lêheng bûya. Jî bona vê, di hevdîtina me ya despêkê de di serê min de çêbû ku Necmeddîn Buyukkaya kurdekî xwendevan, welatparêz, şoreşger, egît e.
Pişt re dema ku min ew di avakirin û berpirsîyarîya DDKO-yan de jî nêzîk de nas kir û me bi hev re kar kir, min dît ku egîtî û lehengî, li bejna wî ya xweş tê. Piştî salên 1974-an dema ku em bûn hevalên nêzîktîr û me bi hev re xebata kurdîtî û rêxistinî ya kurdîstanî meşand, min pejirand ku egîtî û lehengî ji bona wî qerekreteke gelek xwezayî û çandi ye.
Necmeddîn mirovekî ewqas egît bû ku dema di sala 1970-î de berîya Muxtiraya 12 Adarê em ketin hepsê, di derheqê wî de jî biryara girtinê hatibû dayin û jî bona vê jî qaçax bû. Lê ew her çiqas qaçax/fîrar bû jî, ew li cîyê xwe nedisekinî û xebata xwe ya komeleyetî ya kurdi dimeşand. Ew ji Stenbolê dîhat Enqereyê û li Enqereyê jî dihat hepîsxaneyê zîyaret û serlêdana me. Em ji bona ewlekarîya wî, jî vê helwesta wî gelek eciz bûn. Piştî vê ecizîya me ew careke din nehat serlêdana me. Eger em ji wî eciz nebibûyan û me bala wî nekişanda ser xeterîyê, ew ê dîsa bihata zîyareta me û dê bihata girtin.
Hîmdar û serokê DDKO-yê
Di Partîya Karker ya Tîrkîyeyê de bi taybetî piştî salên 1967-an di pirsa kurd de minaqeşeyên gelek giring dest pê kir û di vê pirsê de di nav partîyê de û heta di nav endamên kurd yên partîyê de jî nekokî û fîkrên cûda derketin holê. Kurdên çep yên di nav Partîya Karker ya Tîrkîyeyê de encama van minaqeşeyan hatin wê merheleyê ku ji bona xwe rêxistineke serbixwe ya legal û vekirî ava bikin.
Necmeddîn Buyukkaya jî li Stenbolê di nav van minaqeşeyan de xwedîyê rol û mîsyoneke giring bû. Dema ku di destpêkê de li Enqereyê xebata avakirina komeleyeke nû ya kurd ku pişt re navê van komeleyan bû DDKO, dest pê kir: Necmeddîn Buyukkaya jî bi grûbek hevalên xwe re ji bona damezîrandina DDKO-yê dest bi xebatê kir. Necmeddîn Buyukkaya û himdarên din encama xebata gîştî û herêmî, bi grûba Enqereyê re di nav pêwendîyekê de DDKO ya Stenbolê di sala 1969-an de ava kir.
Necmeddîn Buyukkaya di avakirina DDKO-yê de jî bi serê xwe rol û mîsyoneke gelek giring girtîbû ser milên xwe.
Dema ku DDKO li Stenbolê ava bû, ew bû damezrêner û serokê DDKO-yê. Piştî ku me bi hev re di DDKO-yan de xebatên rêxistinî û kurdîtî meşandin, min dît ku Necmeddîn Buyukkaya qasî ku egît û leheng e ew qas jî mîrovekî bi şaxsîyet û nasnamexurt, otonom, azad û serhişk bû.
Necmeddîn Buyukkaya bi şev û roj di DDKO-yê de xebat dimeşand. Him em wek berpirsîyarên DDKO ya Enqereyê, carna jî ew wek berpirsîyarên DDKO ya Stenbolê dîhatin Enqereyê, me bi hev re civîn lidardîxîstin. Gelek caran Necmeddîn li ser navê DDKO ya Stenbolê beşdarî civînan dîbû. Di wan civînan de li ser mijarên giring minaqeşeyên gelek giring pêk dihatin. Ew her demê bi hazirî dîhat civînan. Di civînan de mîjarên dîhatin minaqeşekirin her dem not dikir û dinivîsand. Piştî salên 1978-an dema ku me bi hev re di platformên mişterek de jî kar meşand, bi hêzên şoreşger û Rizgarîxwaz yên Kurdîstanê, Fîlîstinê, Rojhîlata Navin re danûstandin dikir, ew çanda wî ya notgirtinê dom dikir.
Xwepêşandina Enqereyê û ya “Barzanî tê“…
Necmeddîn Buyukkaya di xebat û çalakîyên DDKO-yan de kesekî organîzator, çalakvan û li pêş bû. Di sala 1969-70-yî de di navbeyna hêzên şoreşger, çep û hêzên faşîst de şerê fîîli û fîzîkî dest pê kirîbû. Her roj, şoreşegerek, an jî faşîstek dihat kuştin. Gelek aşkere bû ku jî bona desthîlatdarî darbeya leşkerî xwedîyê hewildeneke gelek bi plan e.
Ev xebata bi plan ya darbeya leşkerî di havina 1970-yî de hat merheleyeke gelek giring û xeter. Desthîladarîya sîyasî ji bona ku ew maf û azadîyên encama Makezagona 1961-an hatibûn rojevê jî holê rake, biryar da ku Qanûna Parastina Makezagonê derxe. Di hemen dem de jî her roj li zanîngehan û kolanan kuştin hebûn. Li Zaningehan boykot û îşgalan dom dikir. Hukumet û hêzên ewlakarîyê li hemberî hêzên faşîst bê deng û li hemberî hêzên şoreşger û çep êrîşker bûn û bi sedan şoreşger û çep di hepîsxanan de bûn. Grûbên Şoreşgerên Demokratîk yên Neteweyî, Grûba Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş jî biryar dabû ku dest bi şerê gerîllacîtîyê bikin.
Hêzên çep û bi taybetî jî DEV-GENÇ-ê jî pejirandibû ku li Tîrkîyeyê bes gelê tîrk nîne, gelê kurd jî realîteka/rasteqineyeke Tîrkîyeyê ye. Jî bona vê di belavok û di axîftinan de şîara “Jî Gelên Tîrkîyeyê re azadî” şîareke gelek popûler bû. Desthîlatdarîya sîyasî, hêzên faşîst yên sivîl ji vê sloganê gelek eciz bûn. Di hemen demê de ew grûba cuntaya leşkerî ya ku bi çepîtî dihat binavkirin jî ji vê sloganê gelek eciz bûn.
Ew dem serokê DEV-GENÇê Atîlla Sarp bû. Atîlla Sarp jî nezîkî grûba cuntaya leşkerî bû. Grûba cuntaya leşkerî di Hezîrana 1970-yî de Atîlla Sarp gazî Mamakê kirîbû û dîrektîf dabû wî ku careke din di balevokan û xwepêşandanên qanûnî û neqanûnî de slogana “Gelên Tîrkîyeyê” û “Ji Gelên Tîrkîyeyê re azadî” bi kar neynin. Atîlla Sarp jî di roja pêşî de ev daxwaza grûba cuntaya leşkerî ya çep anîbû cîh.
Di Hezîrana 1970-yî de ji bona ku desthilatdarîya sîyasî ya sivîl, Qanûna Parastina Makezagonê û kuştina xortên şoreşger û çep bê protesto kirin, xwepêşandanek pêk bê. Ev xwepêşandana ji alîyê DEV-GENÇ-ê de dîhat amade kirin. Mamosteyên zaningahê, burokratên leşkerî û sîvîl yên li dîjî desthîlatdarîya sîyasî, qadîyên dadgeha Yargîtayê û Dadgeha Makezagonê dê beşdarî vê xwepêşandanê bibûyana.
DEV-GENÇê di wan şertan de dema ku xwepêşandinekê amade bike, mecbûr bû ku hesabê kurdan û DDKO-yan jî bike. Jî bona vê jî DDKO-yan re pêşnîyar hat kirin ku beşdarî xwepêşandanê bibin. Ji bona vê civîneke mîşterek li Zanîngeha İlmên Sîyasî ya Enqereyê pêk hat. Li ser navê DDKO-yan berpirsîyarên DDKO ya Enqereyê û Stenbolê bi hev re beşdarî civînê bûn. Di civînê de lihevkirinek li ser slogana pêk nehat. DEV-GENÇê helwesteke gelek hişk dîyar kir ku kurd û DDKO dîvê slogana “Ji Gelên Tîrkîyeyê re Azadî” di xwepêşandanê de naynin ser zimên.
Roja xwepêşandanê, bi deh hezaran kes beşdarî meşê bûn. Meşê jî Dikmenê dest pê kir û heta mezelê Ataturk domand. Grûba kurdan û DDKO-yê jî alîyê grûbek mirovan dihat rêvebirin. Necmeddîn yek ji wan kesan bû. Her çiqas DEV-GENÇ-ê xwest ku pêşîya slogana “Ji Gelên Tîrkîyeyê re azadî” bigre jî, grûba kurdan ev yek guhdarî nekir, Necmeddîn jî tê de kesên grûba kurdan birêvedîbir, li hemberî wê qelebelîxa DEV-GENÇê rawestîyan. Di nav grûba kurdan de kesên dixwest ku sistî nîşan bidin jî, helwesta Necmeddin û çend hevalên din, pî li wan digirt.
Dema ku meş û bi deh hazaran kes nêzîkî mezelê Ataturk bûn, slogana “Ataturk Gelîyor” bi dengekî xurt anîn ser zimên. Wan xwest ku grûba kurdan û DDKO jî vê sloganê bîne ser zimên, grûba kurdan û DDKO-yê ev nepejirand. Li hemberî slogana wan, slogana “Barzanî Gelîyor” anin ser zimên. Beşdarên burokratîk yên sîvîl û leşker jî vê helwestê gelek eciz bûn. Berpirsîyarên DEV-GENÇê êrîşî grûba kurdan kir, yek ji wan jî Necmeddîn bû ku li pêşîya van êrîşan sekinî.
Kongreya DDKO-ya Enqereyê û bi şaşî biryara girtina Necmeddîn…
Dema ku kongreya gîştî ya 1-emin ya DDKO-ya Enqereyê hat lidarxistin, li ser navê DDKO-ya Stenbolê Îbrahim Yuksekkaya beşdarî kongreyê bû, axaftineke gelek tûj û radîkal kir. Dema ku MÎTê di di derheq” kongreyê de rapor girtîye, ji bona ku Necmeddîn jî alîyê dewletê û hêzên ewlekar de navdar bû, rapor li ser navê wî hûnandîye.
Dema ku di îlona 1970-yî de li hemberî DDKO-yan operasyonan dest pê kir, ev axevtina Îbrahim Yûksekkaya ji bo girtina wî wek sedem hatibû nîşandan.
Eger wulo jî nebûya, piştî ku darbeya leşkerî ya 12-ê Adara 1971-ê pêk hat, ew ê dîsa bihata girtin û hepiskirin..
Lê wî bi kaçaxî jîyana xwe domand, xebata xwe veşartî û îllgal meşand. Piştî darbeya leşkerî jî derbasî herêma otonom ya Kurdîstanê bû.
Necmeddîn li herêma otonomî ya Kurdîstanê bû endamê PDK-T ê…
Necmeddîn di bin tesîra tu kesan de nedima, serbixwe û xweser biryar dida. Jî bona vê jî gelek kesên kurd yên bi navûdeng ji wî dîtîrsîyan, nedîxwast ku bi wî re hevaltî bikin. Heta beşek kurdan digot ku “Necmeddîn mirov tuşî xeterîyan dike”, ji bona vê jî, ji wî dûr diçûn.
Taybetmendîyeke wî ya din jî ew bû ku dema biryareke şexsî, grûbi û rêxistinî bida, ji bona ku ev biryara pêk bê gor zanyarî û fahma xwe durustî nîşan dida, ji bona ku vê biryara xwe pêk bîne xeterî û rîsk dida ber çavan.
Necmeddîn ji bo ku mirovekî otonom û azad bû, dikarî serbixwe biryar bigre, gelek kesan hesabê wî dikir, wek min li rêzên pêş jî qal kir, jî wî ditirsîyan û ji wî dûr dîçûn. Piştî Partîya Demokrat a Kurdîstanê li Tîrkîyeyê ava bû, li Stenbolê piranîya damezrêner, berpirsîyar, endamên DDKO-yê bûbûn endamên partîyê. Bes Necmeddîn Buyukkaya nebûbû endamê partîyê. Ji bona vê, nêzîktîya wî ya tevgera çep ya tirk dihat nîşandan. Ez ne di wê bawerîyê de me ku ji bona vê sedemê Necmeddîn nekiribûn endamê partîyê. Gor min sedem ew bû ku Dr. Şîvan û hevalên wî dizanîn ku li ser wî nikarin gelek bi rehetî û hêsanî hukûm bikin. Ew di sala 1971’ê de dema bi qaçaxî derbasî Herêma Otonom ya Kurdîstanê bû, ew bû endamê partîyê. Qasî ku min ji wî guhdar kiribû ku pişt re ew bûye dost û hevalekî nêzîk ê Dr. Şivan, Brûsk û Çeko.
Piştî ku Dr. Şîvan, Çeko û Brûsk hatin kuştin, ew derbasî Rojavayê Kurdîstanê bû. Pişt re jî çû li Ewrupayê bi cîh bû. Di sala 1974-an de dema ku efa gîştî pêk hat, ew vegerîya Kurdîstanê û bi profesyoneli dest bi xebata sîyasî ya kurdîtî kir.
Necmeddîn Buyukkaya, xwedîyê bawerîyeke xurt ya kurdîtî, şoreşgerî, sosyalîst bû. Di jîyana xwe de îspat kiribû ku ji bona kurdîtî amade ye ku hemû xeterîyan û mirinê bide berçav. Di hepisxaneya Leşkerî ya Dîyarbekirê de şehîdbûna wî jî nîşana vê yekê ye.
Necmeddîn ji bona kurd û Kurdistanê, ji bona şoreşgerî û sosyalîzmê pir caran mirin dabû ber çavê xwe, lê di hepisxaneyê de bi îşkenceyên gestapoyên tirkan hat kuştin.
Necmeddîn di kar xebatên xwe yên rêxistinî û kurdîtî de xwedîyê rê û rêbazên taybetî bû. Ev rê û rêbazên wî gelek caran ji bona min exlaqî û îlmî û gor teorîya sosyalîzmê lîhevkirî nedihat dîtin. Lê ew bi rê û rêbazên xwe gelek bi bawer bû. Ev rê û rêbazên wî her çiqas rexne jî bihata kirin, di wan de guhertin nedikir.
Necmeddîn di kar û xebatên xwe yên kurdîtî de xwedîyê ruhekî amator bû, lê profesyonel kar dikir. Di jîyana wî de karê esasî, kurdîtî û şoreşgerî bû. Wî piştî salên 1974-an, piştî ku jî Swêdê vegerîya Kurdîstanê, bê şik û bê tereddut dest bi xebata kurdîtî û kurdîstanî ya sîyasî û rêxistinî kir, ev kar bi profesyonali meşandin.
Ew di kar û xebatên xwe de gelek çalak bû. Necmeddîn di cîyê xwe de nedisekinî û her dem dixwast kar bike. Jî bona vê, di xurtkirin û kîtlewîbûna DDKO û DDKD-ê de roleka giring lêyîst. Di dema DDKD-ê de her çiqas fîkrên DDKDê yên dîyar û gor pîvanên tevgereke sîyasî tune bûn jî, wî bi program û destureka sîrrî/veşartî gelek kes rêxist; gelek qedroyên Rizgarîyê, Rîya Azadîyê qane kir ku bibin hevalên DDKD-yê.
Necmeddîn piştî ku ji DDKD-ê jî veqetîya li cîyê xwe nesekinî, him li Bakurê Kurdîstanê û him jî li beşên din yên Kurdîstanê, bi taybetî jî li Başurê Kurdîstanê xebata xwe bi xurtî domand. Ew heger heftekê li Bakurê Kurdîstanê bûya, du û sê hefte li beşên din yên Kurdîstanê bû.
Tê zanin ku dema di sala 1976-an de YNK ava b, di navbera YNKê û PDK-a Îraqê de şerekî dîjwar û birakûjî dest pê kir. YNK li Surîyeyê ava bibû, qadroyên YNK-ê jî li Surîyeyê bûn, diviyabû ku derbasî Başurê Kurdîstanê bibin. Lê sinorê Surîyeyê û Başûrê Kurdîstanê di bin kontrola PDK a Îraqê de bûn. Ji bona ku ev qadroyên YNK-ê derbasî Kurdistanê bibin, bi DDKD-ê re Necmeddîn hewildeneke şexsî ya gelek xurt û xeter nîşan da. Ev rewşenbir û qadroyên derbas kirîbûn, piştî demekê jî alîyê PDK a Îraqê va hatibûn kuştin. Vê yekê Necmeddîn gelek diêşand.
Mam Celal jî di ser Bakurê Kurdîstanê re derbasi Başurê Kurdîstanê bû.
Dema ku di sala 1978-an de li Şemzînanê di navbera YNK-ê û PDK-a Îraqê de şerekî giştî pêk hat, qadroyên YNK-ê hatin kuştin û gelek kesên wan wek Eli Eskerî, Dr. Xalid, Şêx Huseyin dîl ketin, em hemû kurd xemgin bûn. Lê Necmeddîn xemgintîr bû, lewra raste rast di nav meseleyê de bû.
Necmeddîn ji bona ku ew serok û qadroyên YNK-ê yên dîlketî nayên kuştin, azad bibin, xebateke xurt kir. Wî û Kemal Xoşnav bi hemû rêxistinên Kurdîstanê re danûstandin kirin ku serok û qadroyên YNK-ê xelas bibin. Me wek Rizgarî, qempenyaya azadkirina wan bi belavokeke gelek fîreh daxwaz kir û em bi PDK a Îraqê re ketin nav danûstandinekê.
Hezar mîxabin, Eli Eskerî, Dr. Xalid, Şêx Huseyin, girtîyên din hatin kuştin. Ev jî bû sedem ku di navbera hêzên Kurdîstanê de dîjminîtî gur bibe, şerê birakûjîyê xurt û fîreh bibe.
Pirsa yekîtîya Ala Rizgarî û Komeleya Azadîya Kurdîstan…
Li Bakurê Kurdîstanê her çiqas îlan nehatibe kirin jî, ew xwedîyê grûbeke sîyasî bû û navê grûba wî Komeleya Azadîya Kurdîstanê (KAK) bû.
Wek min li rêzên jor jî qal kir, ji bona ew xwedîyê rê û rêbaza xwe ya taybetî bû, di demeke kurt de di DDKDê de ji hevalên xwe dûr ket. Elbet sedemên din yên ku dihatin nîşan kirin jî, di veqetandina wî de giring bûn, lê gorî bawerîya min bingehî nebûn.
Necmeddîn Buyukkaya jî di wan salan de (1977) di wê nerinê de bû ku ew rêxistinên li Kurdîstanê hene, bi serokatîya xwe ya amator nikarin ji bin barê azadîya û Rizgarîya Kurdîstanê rabin. Jî bona vê jî her dem ji bo yekîtî û rêxistineke nû di nav tevgerekê de bû. Di vê gerê de min û wî di metodê de li hev nedikir, lê jî bo yekîtî û avabûna tevgereke nû, em xwedîyê fîkreka hevbeş bûn.
Piştî parçebûna Grûba Rizgarîyê, me di dawîya 1978-an de Ala Rizgarî ava kir, di navbeyna me û Necmeddîn de xebata yekîtîyê hat rojevê. Me bi mehan li welêt û li devreyî welêt li ser yekîtîyê xebat kir. Hezar mixabin ji bo ku me di pirsa rêxistinî, pirsa sowyetê, pirsa awayê xebatê, rê û rêbaza sîyasî de lîhevûdu nekir, me nîkarî yekîtîyê pêk binin.
Piştî ku di navbera me de yekîtî pêk nehat jî, pêwendîyên me nexweş bûn. Di navbeyna me de minaqeşeyên nebaş hatin rojevê. Rastî min ev yek tu car nexwest. Necmeddîn ji bo ku eleqeyên me nebaş bibe, gorî bawrîya min helwesta ne di cîh de li hemberî me meşand. Lê ez naxwazim ku wî tewanbar bikim. Jî bona vê, dema ku di Nîsana 1982-an de li Amedê hat girtin ez gelek xemgin bûm. Piştî ku şehîd bû, ev ji bo min bû kuleka bêderman.
Em cara yekemîn di Hezîrana 1979-an de bi hev re çûn Başur û Rojhilatê Kurdîstanê…
Wê demê li Îranê Komara Îslamî ya teokrat nû ava bûbû. Rojhilatê Kurdîstanê di bin kontrola hêzên Kurdîstanê de bû.
Li Başurê Kurdîstanê hejmara pêşmergeyan zêdê bûbû. Herêmên rizgarkirî, ji bo xelasîya Kurdistanê bûbû hêvîyeke mezin.
Pêşmergeyên YNK-ê yên ji hepsê hatibûn berdan, divîya bû ku ew pêşmerge bi çek derbasî Başurê Kurdîstanê bibûyana. Çekên YNK-ê jî divê derbas bibûyana. Li Bakurê Kurdîstanê jî, “sikiyönetim” hebû. Pêşmerge, heftekê li ber çemê Dîcleyê di nav geniman da man. Min û çend hevalên din me pêşmergê pêşîyê birin Wanê û ji wîr jî me ew birin gundekî Başkaleyê. Necmeddîn jî çek derbas kir, anî ser sînor.
Em ji wir derbas bûn, çûn Şapurê-Rîzaîyê-Mehabadê-Senandajê (Kurdîstanê). Li Mehabadê em çend rojan man. Me bi Komeleyê, PDK-a Îranê û Şêx Îzeddin re danûstandin kirin. Em di ser Serdeştê re derbasî Navzeng û Tujalayê bûn. Me li wir bi Mam Celal û bi serokatîya YNK-ê re hevdîtin kir. Mehmud Baksî û Mehmed Uzun jî ji Ewrupayê hatin Tehranê. Ji bona ku pirsgirêk derketin û karên me li bakur çêbûn, em li benda wan neman, em jinûve vegerîyan Bakurê Kurdîstanê. Dema ku em vegerîyan Bakurê Kurdîstanê Noşîrvan Mistefa ( herî dawîn par cîgirê sekretêrê giştî yê YNK-ê bû, par ji YNK-ê îstîfa kir) jî bi me re hat Bakurê Kurdîstanê û me ew derbasî rojavayê Kurdîstanê kir.
Piştî wê demê jî, ez û Necmeddîn em bi hev re gelek caran derbasî Başurê-Rojhîlatê-Rojavayê Kurdîstanê bûn.
Ew kurdekî profesonel û kurdîstanî bû….
Wî tu dem bawerî bes bi xelasî, azadi û rizgarîya parçekî Kurdîstanê nedianî. Ew xelasî û azadi û rizgarîya Kurdîstanê bi hev re difîkirî. Jî bona vê jî, yekîtîya rêxistinî ya Kurdîstanê diparast. Loma ji YNKê re bi xurtî bû alîkar. Jî bona vê bi rêxistinên hemû parçeyên Kurdîstanê re xwedîyê pêwendîyekê bû. Dixwast ku her sîyasetvanekî kurd bi beşên Kurdîstanê re xwedîyên pêwendiyan be. Li ser vï esasî alîkariya her kesekî dikir.
Di Necmeddîn Buyukkaya de taybetîyên serokbûnê hebûn…
Bi tenê mayinê nedîtîrsîya. Bi serê xwe ji bona ku biserkeve hewîl dida, qerardar û serbilind bû.
Eger meriv bi çend gotinan wî tarîf bike
Eger ez Necmeddîn Buyukkaya bi çend gotinan tarîf bikim… Ez dikarim bibêjim ku Necmeddîn Buyukkaya, leheng, dozkarekî kurdîstanî bû. Li hemû beşên Kurdîstanê xebat kir, ev ji bo wî tîştekî gelek xwezayî bû. Wî xwe bes mirovê her beşeke Kurdîstanê binav nedikir, lê bi çand û helwest jî li wî dihat. Profesyonelekî tevgera Kurdistanê bû. Ew bi xwe xwedîyê rîyeke taybetî ya xwe bû. Mîrovekî qerardar, azad, otonom, bixwebawer, durust bû. Ew di refa serokên Kurdîstanê de bû. Xwedîyê bawerîyeke xurt bû, ji bona bawerîya xwe ya kurdîtî, şoreşgerî, sosyalîzmê mirin da ber çav. Serhişk bû, bi xwe re, bi heval û doza xwe re durust bû. Serhişkîya wî, carna mîrov dişikand, lê gelek pirs jî çareser dikirin. Di navbera min û wî de gelek minaqeşeyên giring, cîddî, hişk hatin holê. Lê van minaqeşeyên di navbera me de ez kêfxweş dikirim.
Di vê niqtê da ji Kak Îbrahim me xwest ku serpêhatiyaka xwe ê bi Necmettinr e ji mere bêje. Li ser vê daxaza me, got ku; Serpêhatiyên me yên muşterek gelek in. Lê xuya ye ku ez ê bes hebekê pêşkêş bikim.
Berîya 12 îlona 1980-yî ez û Necmeddîn Buyukkaya li Şamê bûn. Mam Celal jî li Şamê bû. Mehmed Uzun jî ji Swêdê hatibû Şamê. Me wek Ala Rizgarîyê bi Necmeddîn Buyukkaya re, ji bona avayîyeke hevbeş ya rêxistinî xebatek dimeşand. Min, Mehmed Uzun û Necmeddîn, me li ser yekîtîyê du rojan civîn kir. Pêşnîyarên Necmeddîn ji bo me realîst û rasyonal nedîhatin. Lê dîsa jî, ji bo ku em gav bavêjin me biryar da ku li gor pêşnîyarên Kek Necmeddîn em xebatê bimeşînin û Konferanseke hevbeş ya ku pi ralî tê de beşdar bibin, amade bikin. Lê me dizanî ku pêkanina wan pêşniyarên Necmeddîn zehmet e û ev pêşnîyarî dê me dereng bixin.
Pişt re me biryar da ku em Mam Celal bibînin. Em çûn cem Mam Celal. Wî ji me pirsî, me jî cihê û cîhê bersîv da, birûreyên xwe me anîn ser zimên.
Mam Celal piştî axaftina me piçek rawestîya û bi ken got: “Gor birûreyên min pêşnîyar û rîya Kek Necmeddînê delal ne di cîh de ye. Lê baş e ku we biryareke mişterek daye. Ez baş dizanim ku birayê min ê dimîli Necmeddîn serhişk e. Serhişkîya wî ji dimîlîtîya wî tê. Lê bes ji wê jî neyê. Hûn dizanin, xoşnavî û kurmanc yek textên wan kêm in, dimîlî du textên wan kêm in: Kek Necmeddîn sê textên wî kêm in.”
Piştî vî heneke Mam Celal em bi hev re bi deqîqeyan kenîyan. Helbet Necmeddîn dîsa jî dev jî rîya xwe berneda.
NECMEDDİN ÇAWA HAT KUŞTIN?
Bîranînên Hesen Çakir:
Hesen Çakir, Endamê Grûba Rizgarî bû. Berpirsyarê Weşanên Komal bû. Ew jî piştî İlonê ket hepsê. Demekî dirêj li Dîyarbekir di hepsa 5 no’luyê de girtî ma. Di nivîngeha (koğuşa) 24 an da bi Necmeddîn Buyukkaya ra bû. Ev pirsên li jorê ku ji Îbrahim Guçlu hatin pirs kirin, me ji wî jî pirsîn. Lê pirsa meyî herî giring ku jê hati pirskirin; Necmeddîn Çawa hat kuştin? Bû. Çimkî Hesen digot ku ” Ew li ber çavên min kuştin” Bîranînên wî ên di derheqa Necmeddîn û şehîdkirina wî de li jêr in:
“”Min Necmeddîn cara yekê, di sala 1976-an da li Dîyarbekir li nivîsgeha (büroya) Weşanên Komal dît. Ez li nîvîsgehê runiştibûm. Xortekî bejindîrêj, bedew û gelek levhatî ket hindir. Sakoyekî dirêj avêtibû ser milê xwe. Slav da û dû re bi dengekî geş pirsî;
” Gelo İbo li vir e İbo?” Min got:
“İbo kî ye, ez nasnakim?” Wî bersiva min da;
“İbrahim Guçlu”
Naskirina min û Necmeddîn a yekemin wuha çêbû. Bi rastî wê rojê min ew xortê bedew û gelek jixwerazî hez nekiribû. Lê piştî wê rojê careke din hat nivîsgehê û destê xwe dirêjî min kir û got;
“Merheba ez Neco” Min jî got;
“Ez Hesen”
Bi vî ewayî dostanîya me dest pêkir. Car cara dihat nivîsgeha Komal. Me tevde çay vedixwar û sohbet dikir. Di vê pêvajoyê de min ew naskir û gelek jê hezkir. Lê ez ji vê hezkirinê têr nebûm çimkî min ew hew dît, ji nişka va winda bû. Çû kur nîzanim. Wextekî dûvdirêj min jê xeber negirt.
Di 12 İlonê da em jî ji hev bela bûn. Ez û hinek havalên xwe derbasî binxetê(Surî) bûn. Demekê em li wir hatin girtin. Piştre em ji hepsê derxistin û rast anin deriyê Nisêbinê, teslimî Tirkîyeyê kirin. Girtina me yî li Tirkîyeyê û pêvajoya 5’noluyê bi vî awayî destpêkir. Di vê pêvajoyê de ez û Necmeddîn cardin lêqayî hev bûn. Di nivîngeha 24’an da em li cem hevbûn.
Her wekî hun jî di derheqa şart û şurutên 5’noluyê de agahdar in, bi kurtasî ez karim bêjim ku hovîtiyeka bê tariîf hebû. Zilm û zora devletê a ku di vê hepsê de pêk hatî li ser ruyê cîhanê numûneyên wê tunene. Bi şev û roj li me îşkence dikirin. Ev hovîtî ji 1980 heya 1983 berdevamkir. Bi berxwedana 1983 5 ê İlonê girtîya got; îdi bese!
Devlet şaş mabû. Çimkî bawer wan nedikir ku berxwedaneke weha dest pêke. Dewlet mecbûr ma û bi paş de gavek avêt. Ne bi dilê xwe jî be zordarî û êşkence sekinand. Ez karim bêjim ku tiştê girtîya di xwest hamu qebûl kirin. İcar eziyet û lêdan tunebû. Lê vê rehetîyê pir dom nekir. Sê mihan dom kir. Hêdi hêdi bi dest zordestî û lêdanê kirin.
Bi hênceta ku kincê hepsîya li me bikin dîsa qeydên zordarî rik kirin girtîyan. Lê me ev qeydên wan qebûl nekirin û berxwedana duyemin di 8-ê kanûna Paşin de dest pêkir. Serokatîya berxwedanê Şener û Necmeddîn dikir. Car cara Necmeddîn serê xwe dixist pencerê û bi dengegî bilind talîmat dida girtîyên nivîngehên din. Lê ev hereketê Necmeddîn berpirsyarê hepsê gelek nerehat dikir. Lewma çend cara ji terefî Yüzbaşî Abdullah Kahraman ve hat tehdîdkirin. Ez jibîrnakim rojekê êvarek bû, yüzbaşî hat devê derîyê nivîngehê û bakir Necmeddîn. Dengê wî dihat me. Wuha digot:
” Necmettin Büyükkaya çok yanliş şeyler yapiyorsun. Yapma, aklini başina al, sonra yazik olur.” Li ser vê peyvê Necmeddîn weha got:
“Merak etmeyin. Aklim başimdadir ne yaptiğimi bilîyorum. Kaybedecek bir şeyim yok “
Yüzbaşî Abdullah roja din êverî dîsa hat. Di mazgala derîyê nivîngehê de dîsa bakir Necmeddîn û waha got:
” Bak Necmettin Büyükkaya, benî îyî dinle. Ayağini deng al. Kaybedecek bir şeyim yok dîyorsun ama öyle değîl. Aslinda kaybedecek çok şeyin varmiş. Biz bilîyoruz; Eczanen var, malin mülkün var…”
“Yüzbaşim, mal mülkten daha önemli şeyler var. Onurlu, başi dik bir yaşam gîbi… Benim îçin bûnlar daha önemlîdîr. Onursuz yaşamaktansa onurlu ölmeyî tercîh ederim. Bunu bilmenîzî îsterim. Bir şeyî daha bilmenîzî îsterim; ben ölürsem çocuklarim benimle gurur duyacaklar. Ama sîzler ölürsenîz çocuklariniz “îşkencecî baba”dan utanacaklar, başlari eğik olacak. İşte tarîh aramizdakî bû farki mutlaka yazacaktir.”
Piştî van peyvan Yüzbaşî bi hêrs bû û çû. Lê belê me famkir ku di demeka nêzîk de ê bi ekser û qerdiyanên xwe re vegere.
Roj bi roj bi dijwarî dihatin ser girtîyan. Êrîş berdidan ser nivîngehan û bi copa bi dara li girtîyan dixistin. Dor bi dor êrîş berdidan ser nivîngehan. 24’e Kanûnê(Çile) dor gihaşt me. Di nivingeha me da 30-40 girtî habûn. 60-70 leşker û qerdîyan ketin hundur û dest bi lêdanê kirin. Bi copa û daran li me dixist. Hed û hesabê lêxistinê tunebû. Bi wî heli em derxistin derve. Ez, Necmeddîn û şeş hevalên din veqetandin û em birin hemama hepsê a kevn. Li vir di bin kontrola berpirsyarên hepsê Albay Şenol, Yüzbaşî Abdullah Kahraman û îşkêncîyê bi nav û deng Ali Osman Aydin da lêdaneka wehşî dest pêkir.
Bi îşareta Albay Şenol dest pê dikir û dîsa bi îşareta wî disekinïn. Ev hovîtî bi vî şekli demeka dûvdirêj domkir. Necmeddîn di rex min de bû. Bi derbeka dijwar ez ketim erdê. Wexta ku ez ketim erdê min çavê xwe gerand. Necmeddîn li ser lingan û pişta wî li dîwar bû. Du sê leşker li ser serê wî kom bûbûn û lêdixist.
Darek di destê leşkerekî de bû ku jê re digotin 5/10(Beşe on) û her lê dixist. Dîtina ku min dît ew dar bi dijwarî li serê wî ket. Wê sanîyê çavê min û Necmeddîn li hev ket, me li hev dinihêrt. Lê bi wê derbê çavreşka wî sekinî û mat bû.
Pişta wî bi dîwar ve û hêdi hêdi hat xwarê û liser çokan ket. Binbaşî Şenol îşaret da, leşkeran dev ji lêdanê berdan. Sê çar leşkeran bi lez bedena Necmeddîn a bêcan rakir û derxist. Ev bû dîtina min a Necmeddîn a talî
Me Neco yê delal hew dît. Roja din me xebera şehadeta wî bihîst.
Hesen Çakir, bi derheqê rûdanên pişti kuştina Necmeddin jî weha dibêje
Pişti van bûyeran em disa birin nivingeha kevn. Nivingeh wêran bu. Livin û kincên me hemû li navênda nivingehê kom kiribûn û di nav avê de bûn. Bi halekî xerab wê şevi me sibe kir. Sibehê em dîsa bi mirina havalêkê şiyarbûn. Ev haval ji gruba Rizgari bu. Navê wi Remzi Ayturk bû. Xwe xeniqandibû. Remzi sebeba xeniqandina xewe liser kaxzekî bi tirkû waha nivisandibû;
“Ben isteyerek, tasarlyarak, cezaevindeki insanlik dişi işkence ve uygulamalari protesto etmek için hayatima son verdim. Kimse İntiharimin altinda başka bir neden aramaya kalkmasin. Neden TC’nin insanlik dişi işkenceleridir. Kahraolsun Sömürgecilik, Kahrolsun işkenceciler…” (Min bi zanebûn bi dilê xwe ji bo şeremzarkirina lêdan û eşkenceyên nemirovatî yên li girtîgehê, dawî li jiyana xwe naî. Bila kes li paş xwekuştina min li tişetek din negere. Sedem eşkencekerên Kovara Tirkîyê yê nemirov in. Bimre meêtingehakarî, bimre eşkence!.)
Nîvrokî dozger hat. Ji me pirsî;
“ Gelo Remzi çima intixar kir? Me nivis şani da û me got; “Sebeb ev e! Li ser kaxizê nivisiyê”
Ew roj ji bi şindar û matemî derbas bû. Roja dinê sibehê leşkerek hat û ji me pirsî; “Gelo tukesê ku ji bona mirina Necmeddin Buyukkaya şahidiyê bike heye?” Min got, “belê ez şahid im. Çaxê ku wi kuştin ez li balê bum.” Ez birim dadigehê. Dadwer ji leşkera got “ derên derve” Min got; na, ber ew ji livir bin. Ez di xwazim di huzura wanda pêşni bikim ku Necmeddin çawa kuştin.” Ji dadwer re ji serî haya kuştina Necmeddin, yek bi yek min pêşani kir. Di taliyê de ji min waha got: “Necmeddin ji terefi devletê hat kuştin. Bi biryara berpirsyarê hepsê; Binbaşi Şenol û Yüzbaşi Abdullah Kahraman hat kuştin. Qatil ew in, qatil devlet e…”
Nezîrê Cibo/netkurd
Yorumlar
Yorum Gönder